Li Idlibê şer dijwartir dibe

Herêmên bê çek ên bejahiya Idlib û Hemayê hatin hatin topbarankirin.

Li Idlibê şer dijwartir dibe
11 nîsan, 2019   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên parêzgeha Heleb, Laziqiye, Idlib û Hemayê binpêkirin didome. Hêzên rejîma Sûriyê şevê din bajarokê Letamne, Kefer Zîta, gundê Erbeîn ê bakurê bejahiya Hemayê ku dikeve nava herêmên bê çek de topbaran kir, her wiha bombeyên roniyê li ser asîmanê gundê gundê Markebe yê bakurê bejahiya Hemayê avêtin.

Hêzên rejîma Sûriyê îro di saetên sibê de herêmên gundê Xilsa yê başûrê bejahiya Helebê topbaran kir.

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê di saetên derbasbûyê de ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê topbarana li ser herêmên bê çek didome. Hêzên rejîmê bajarokê Tehtaya yê başûrê Idlibê şevê din bi sedan top û mûşekan topbaran kir. Her wiha bajarokê Letamne bi zêdeyî 33 top û mûşekan hate topbarankirin.  

Hêzên rejîma Sûriyê deverên Til Minis, Cercenaz, Tehtaya yên aliyê başûr û başûr rojhilatê bejahiya Idlbiê, dever in din ji Lihaya, Biwêda yên aliyê bakurê bejahiya Hemayê topbaran kir. Di heman  demê de, hêzên rejîmê du mûşek avêtin derdora bejahiya Muhendisîn ê bejahiya rojavayê Helebê. Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di encama teqîna bombeya ji bermahiyên topbarana berê li ser bajarokê Hirîtan ê bakurê Helebê 3 zarok birîndar bûn.

Li herêmên bê çek binpêkirin didome. Piştî ku hêzên rejîmê derdora bajarokê Hiyan ê bakurê bejahiya Helebê topbaran kir û di encama wê de birîndar çêbûn, herêmên bajarokê Mork û gundê Sexir ê bejahiya bakuêr Hemayê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin topbarankirin.

Çeteyên dewleta Tirk jî bejahiya başûr rojhilatê Idlibê bi topên hawanê noqteyên rejîma Sûriyê yê li eniya Til Miraq a heman bejahiyê topbaran kir.

(bx)