Di Çemê Ceqceq yê Hesekê de ciwanek noqî avê bû

Ciwanê bi navê Salim Hisên El-Îd kete Çemê Ceqceq ê bajarê Hesekê de  û di encamê de xeniqî.

Di Çemê Ceqceq yê Hesekê de ciwanek noqî avê bû
Di Çemê Ceqceq yê Hesekê de ciwanek noqî avê bû
Di Çemê Ceqceq yê Hesekê de ciwanek noqî avê bû
Di Çemê Ceqceq yê Hesekê de ciwanek noqî avê bû
11 nîsan, 2019   11:30
HESEKÊ

Îro di saet 7 û nîv de ciwanê bi navê Salim Hisên El-Îd (15) ku ji şêniyê taxa Neşwa rojava ya bajarê Hesekê ye, dema di ber berava Çemê Ceqceq ê bajarê Hesekê re derbasbû, lingê xwe şemitî û kete nava avê.

Tîmên rizgarkirinê û Hêzên Ewlekariya Hindirîn, bi hêviya ku Salim rizgar bikin yekser berê xwe dan cihê bûyerê, lê tevî hemû hewldanan û ji ber ava zêde ya çem, Salim jiyana xwe ji dest da.

Heta kêliya nivîsandina vê nûçeyê, tîmên rizgarkirinê li cenazeyê Salim di avê de digerin, da ku derxin û radestî malbatê bikin.

(eh)

ANHA