ANHA sibê dest bi weşana dosyayên sûcên ku Tirkiyê li ser sînor pêk anîne dike

Ajansa me sê dosyayên ku derbarê sûcên şer û binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Heyet Tehrîr El-Şam, Ehrar El-Şam û Partiya Turkistanî ya Islamî derheqê civakên olî yên Xiristiyan, Duriz, Êzidî û Elewiyan ên li ser sînor pêk anîne, amade kirine wê sibê dest bi weşana wan bike.

ANHA sibê dest bi weşana dosyayên sûcên ku Tirkiyê li ser sînor pêk anîne dike
11 nîsan, 2019   10:18
ALAN ROJ – NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya nîqaşên li ser herêma “bi ewle” ya li ser dirêjiya sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de têne kirin û hikumeta Erdogan bi hinceta parastina sînorê xwe propogendeya wê dike, armanca wê ew e ku qirkirina etnîk ji ol û pêkhateyan re li wê herêmê dewam bike. Ev yek jî piştî gelek komkujiyan, koçberkirina bi darê zorê û guhartina demografî derheqê Xiristiyanan, Êzidî, Duriz û pêkhate û olên din ên li ser sînorê ji bajarê Keseb ê bakur-rojavayî Sûriyê heta bajarê Dêrikê yê bakur-rojhilatê Sûriyê, dixwaze pêk bîne.

Di vê çarçoveyê de, ajansa me sê dosya derbarê sûcên şer û binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî yekser yan jî bi rêya çeteyên xwe derheqê herêmên li ser sînor ango ji bajarê Keseb, heta Idlib, Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Tirbespiyê pêk anîne, amade kirine û wê sibê dest bi weşana wan bike. Di herêmên navborî de, mozayikekî ji hemû ol û netewên wekî Duriz, Êzidî, Ermen, Suryan, Kurd, Elewî û Ismaîlî têde dijî.

(kc)

ANHA