Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî  yên îro, behsa hebûna dewleta Tirk û Îranê li Sûriyê, şerê Terablûsê yê Lîbyayê û destwerdana Tirkiyê û Qeter di wî şerî de, aloziya Cezayîr û Sûdanê kirin.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
11 nîsan, 2019   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Weten: El-Nusra amadekariyên ji bo tesfiyekirina komên mayî yên Tirkiyê li Idlibî dike û tê gotin ku”Ala Niştimanî” li Til Rifet hatiye hildan…Artêş jî hedefgirtina terorîstên El-Şemal dewam dike

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Weten a nêzî rejîma Sûriyê got: “Piştî êrîşên terorîst ên mezin ku li herêmên bakur beriya niha bi du rojan rû da, heta niha şer kêm nebûye, ji ber ku hewldanên terorîstan ji bo derbasbûna noqteyên artêşê li herêmê dewam dikin.

Rojnameyê bi berdewamî got: “Komên terorîst duh sibehê, ji eniyên Morik, El-Xexir û El-Cenabra yên bejahiya bakur a Hemayê ku ew jî dikevin herêmên”Bê çek” êrîşî noqteyên artêşê kirin. Artêşê jî berisv da…Çavkaniyekî çapemenî ragihand ku komên terorîst ên girêdayî”Ketayib El-Tewhîd”hewl dan ji eniya Keleha El-Medîq û Til Osman ên bejahiya rojava ya Hemayê derbasî noqteyên leşkerî yên li Sehil El-Xab bibin. Artêşê li vir jî bersiv da.. Ji ber binpêkirina hevpeymana Idlibê, artêşê bi topavêjan, navendên komên terorîst ên li Xan Şîxûn, El-Temane, Til El-Şîh, Tehtiya, Sikîk, El-Xiwîn, El-Zerzor û Ketîba kavilkirî yê bejahiya Idlibê, kirin hedef.   

Şeriq El-Ewset: Nîbînzya: Îran û Tirkiyê di dawiyê de wê ji Sûriyê derkevin

Têkildarî hebûna hêzên biyanî li Sûriyê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Nûnerê rûsî yê NY Fasilî Nîbînzya teqez kir ku divê her kes zanibe û di nav de Îran, Tirkiyê û heta Rûsya, wê di dawiyê de ji Sûriyê derkevin.

Nîbînzya anî ziman ku Astana tekane mekanîzmeya pêkanîna istiqrarê li Sûriyê ye.  Nîbînzya texmîn kir ku Nûnerê Navneteweyî Pedersen di demeke nêz de wê Komîteya Destûrî ava bike.

Lîbyayê

Têkildarî şerê li Lîbyayê, rojnameya El-Heyat got: “Beriya çend saetan ji rûniştindina awarte ya Meclisa Naventeweyî derbarê Lîbyayê de, roja Çarşemî şer di navbera Hêzên Xelîfe Hefter ku ber bi paytexta Lîbyayê ve diçe û hêzên Hikumeta El-Wîfaq a Niştimanî ku li Terablûsê bicih bûne, dijwar bûn.

Rojnameya El-Ereb jî behsa mijara Lîbyayê kir û got: “Tirkiyê û Qeter ku destekê didin komên Islamî yên siyasî li herêmê, ber bi têkçûneke nû ve diçin. Vê carê jî di deriyê Lîbyayê re her du alî têk diçin. Raya giştî ya Lîbyayê û ya navneteweyî beriya destpêkirina çareseriyeke siyasî ya cidî, zextê dikin ku komên islamî li Terablûsê tune bibin. Ev yek jî berteka Tirkiyê û Qeter a hêrs li dijî êrîşa Artêşa Wetenî ya Lîbyayê diyar dike.”

Sûdan

Têkildarî  serhildanên li Sûdanê jî, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Di roja pêncemîn de, çalagerên Sûdanê çalakiya li pêşiya navenda Fermandariya Giştî ya Artêşê li Xertûmê didomînin û daxwaz dikin ku sîstem were guhartin.”

 Tirkiyê

Rojnameya El-Heyat behsa hilbijartinên li Istenbolê kir û got: “Serokkomarê Tirkiyê Erdogan,  xwest ku hilbijartinên şaredariyê ya Istenbolê ku muxalefet têde biserket, bi hinceta binpêkirinê, werin betalkirin. Ji aliyekî din ve jî, Erdogan ku dijayetiya xwe li hemberî DYA`yê didomîne, ragihand ku welatê wî dema wergirtina mûşekên S400 a Rûsî ya li dijî balafiran diyar kiriye. Tê payîn ku di Tîrmehê de, wergirtina mûşekan pêk were.

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê jî, rojnameya El-Ereb got: “Serokê Erkanê Artêşa Cezayîrê Ehmed Qayid Salih bi biryara xwe ya destekdayîna pêvajoya veguhstina desthildariyê ya bi serokatiya demekî Ebdullqadir Bin Salih, gelê Cezayîrê matmayî hîşt.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya El-Ereb got: “Qesra Spî roja çarşemê ragihand  ku Serokê Amerîka Trump bi Emîrê Siûdî Mihemed Bin Selman re derbarê zêdekirina zextên li ser sîstema Îranê nîqaş kir.”

(kc)