Çete gundên Babê kirin hedef, Meclisa Babê ya Leşkerî jî bersivê didin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundên Xalîdiye, Boxaz û Biwêje yên bejahiya rojhilatê bajarê Babê bi çekên giran kirin hedefa xwe. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê jî berisv dan.

Çete gundên Babê kirin hedef, Meclisa Babê ya Leşkerî jî bersivê didin
8 nîsan, 2019   12:25
MINBIC

Çavkaniyekî ji ajansa me re ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker noqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê yên li gundên Xalîdiye, Boxaz û Biwêje bi çekên giran kirin hedefa êrîşên xwe.

Heman çavkanî got, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê jî bersiv dan û heta kêliya nivîsandina vê nûçeyê şer dewam dike.

(kc)

ANHA