‘Astengkirina pîrozbahiyên serkeftina QSD’ê xizmeta dijmin dike‘

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Herêma Kurdistanê, qedexekirina pîrozbahiyên li Herêma Kurdistanê yên ji bo serkeftina QSD’ê şermezar kirin û got ev nêzîkatî xizmeta yekîtiya netewî nake.

 ‘Astengkirina pîrozbahiyên serkeftina QSD’ê xizmeta dijmin dike‘
6 nîsan, 2019   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Herêma Kurdistanê, derbarê astengkirin û qedexekirinên li Herêma Kurdistanê yên ji bo pîrozbahiyên serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

 “Piştî şerekî dirêj ku bi salan dewam kir, tê de lehengiyên mezin çêbûn û bi hezaran şehîd hatin dayîn, ji Kobanê heta Baxozê serkeftineke pir mezin hate bidestxistin. Îro tevahî cîhan û bi taybetî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê serkeftina QSD’ê ya dîrokî pîroz dikin. Piştî ku serkeftin di 23’yê Adara 2019’an de bi awayekî fermî hat ragihandin, li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku projeya herî baş û serkeftî lê tê pêkanîn, pêngavek nû destpê kiriye.

Vê serkeftinê rastiya hêzên navnetewî û herêmî nîşan da, hinek derdor bi vê serkeftinê aciz bûn, hinek jî kêfxweş bûn. 

Em li hêviya helwesta yên ku di vî şerî de hevparên me bûne, bi taybet em li benda helwesta Herêma Kurdistanê ku bi hezaran ewladên xwe şehîdan ku destkeftî û gelê xwe biparêzin e. Lê mixabin heta niha ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne jî Parlamentoya Herêmê tu helwestek an jî daxuyaniyek derbarê vê serkeftina ku cîhan kêfxweş kiriye de, nedaye.

Me wekî Nûnertiya Rêveberiya Xweser a a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Herêma Kurdistanê ji bo pîrozkirina vê serkeftinê li Silêmaniyê ji aliyên pêwendîdar daxwaza destûra fermî kir. Lê destur nehat dayîn.

Em vê helwest û qedexekirina asayîş û hikûmetê şermezar dikin.

Ev helwesta Herêma Kurdistanê xizmeta yekîtiya newetî nake, lê belê dijminên Kurdan kêfxweş dike."