Esîrên filistînê dikevin greva birçîbûnê

Esîrên filistînî yên di zindanên Îsraîlê diyar kir ku dê sibê bikevin greva birçîbûnê. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî eşkere kir ku ew texmîn dikin ku DYA dê itîrafê bi serdestiya Îsraîlê li Defa El-Xerbiyê bike.

Esîrên filistînê dikevin greva birçîbûnê
6 nîsan, 2019   12:11
XEZA

Esîrên filistînî yên di zindanên Îsraîlê de, gefa ketina greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger xwar ku ew yek jî bersiva paşguhkirina rêveberiya zindanên Îsraîlê ji daxwazên wan re ye.

Malpera ‘Wala’ a Îsraîlê got dê esîr sibê bikevin grevê, daxwazên wan ew in ku rêveberiya zindanê daxwazên wan beriya bidawîbûna hefteya yekemîn pêk bînin an jî ew ê êdî avê jî venexwin.

Daxwazên esîran ew in ku alavên nahêlin telefonên destan were bikaranîn ku rêveberiya zindanê li zindanan danîne, werin rakirin.

Her wiha serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu şevê din di hevpeyvîneke bi Kanala 13 a Îsraîlê re got ew texmîn dikin ku bigihîjin biryarekê  DYA itîrafê bi serdestiya Îsraîlê li Defa El-Xerbiye bike. Netanyahu destnîşan kir ku ew li ser dozê bi serokê DYA’yê Donald Trump axiviye û Trump jî bi awayekî pozîtîf ev mijar nirxandiye.

 (jo)