Hêzên Ewlekariya Hundrîn hatin xelatkirin

Îro li herêma Dirêcîkê ya girêdayî navçeya Tirbespiyê şahiyek ji bo xelatkirina xebatên Hêzên Ewlekariya Hundrîn di peydakirina aramî û ewlehiyê ji welatiyan re, hat lidarxistin.

Hêzên Ewlekariya Hundrîn hatin xelatkirin
Hêzên Ewlekariya Hundrîn hatin xelatkirin
Hêzên Ewlekariya Hundrîn hatin xelatkirin
6 nîsan, 2019   13:14
QAMIŞLO

Îro li herêma Dirêcîkê ya bakur rojhilatê navçeya Tirbespiyê ji bo xelatkirina xebatên Hêzên Ewlekariya Hundrîn di peydakirina aramî û ewlehiyê ji welatiyan re, şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de Hêzên Ewlekariya Hundrîn soza berdewamkirina xebatên ji bo ewlehiya welatiyan nû kirin.

Di şahiyê de Hevserokê Desteya Hundrîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û îşaret bi xebatên Hêzên Ewlekariya Hundrîn û saziyên leşkerî yên din di peydakirina ewlehî û aramiyê ji welatiyan re û şerê li dijî terorîstan, kir.

Kenan Berekat di axaftina xwe de destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundrîn ji zarokên herêmê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb û Suryan hat avakirin û wiha got: “Ji bo parastina xaka welat gelek berdêl dan şerê terorê kirin. Îro jî em soz didin gelê xwe ku em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û ji bo peydakirina ewlehiyê her tiştî tiştî bikin.”

Hevserokê Desteya Hundrîn Kenan Berekat di dawiya axaftina xwe de got Hêzên Ewlekariya Hundrîn ji bo çi êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade ne. Berekat got: “Bawariya me bi hêzên wan heye ku ew ê têkoşîna ji bo parastina welatiyan berdewam bikin.”

Paşê koma Hêzil a Çand û Huner a navçeya Tirbespiyê, koma şehîd Cûdî ya navçeya Dêrikê stranên filklorî pêşkêş kirin û xelkên dîlanan ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn hatin gerandin.

(bx)

ANHA