Li gundên Reqayê destekdayîna sewalkaran

Saziya Berhemên Çandiniyê û Sewalan a gundê Xatûniyê ya gundewarên rojavayê Reqayê bi armanca destekdayînê hejmartina sewalan didomîne.

Li gundên Reqayê destekdayîna sewalkaran
Li gundên Reqayê destekdayîna sewalkaran
Li gundên Reqayê destekdayîna sewalkaran
Li gundên Reqayê destekdayîna sewalkaran
6 nîsan, 2019   06:22
REQA

Li gundewarên rojavayê Reqayê ji bo fêrbûna hejmara sewalan û destekdayîna ji sewalkaran re Saziya Berhemên Çandiniyê û Sewalan a gundê Xatûniyê dest bi hejmartina sewalan kiribû. Hejmartin ji sedî 90 pêk hatiye û hî jê berdewam e.

Girêdayê saziyê 5 meclis hene; Kedêran, Xanûtniyê, Qehtaniyê, Cezra û Sehlebiyê.

Nûnerê cotkaran ê Saziyê Berhemên Çandiniyê û Sewalan ê gundê Xatûniyê Mûsa El-Heblûş li ser mijarê got: "Em sazî û beyterî diçin gel sewalkaran û bi hevkariya meclisên herêmî û komînan sewalan dihejmêrin."

Li gorî Mûsa El-Heblûş, li herêmê 81 hezar û 857 serî pez, 959 çêlek, 9 hezar û 543 bizin, 150 hesp û 25 hêştir (deve) hene.

Mûsa El-Heblûş diyar kir ku ew serjimariyê radikin Komîteya Çandinî û Avdanê da ku desteka pêwîst ji derman û êm dibin sewalkaran.

ANHA