Hêzên Hefterê derbasî Terablûsê bûn û balafirgeha navdewletî kontrol kirin

Hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya girêdayî Xelîfe Hefter ji her aliyan ve derbasî paytexa Terablûsê bûn û balafirgeha Terablûs a Navdewletî xistin bin kontrola xwe.

Hêzên Hefterê derbasî Terablûsê bûn û balafirgeha navdewletî kontrol kirin
5 nîsan, 2019   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Lîbyayê, artêşa Lîbyayê di çarçoveya operasyona "Fetih El-Mûbîn" de herêma Qesir Bin Xişêr, Wadî Rebî û Sûq El-Xemîs ên li Trablûsê xistin bin kontrola xwe.

Hate diyarkirin ku Hêzên Hefterê piştî şerê dijwar li dijî hêzên alîgarî hikûmeta Wîfaq,  ji aliyê başûrî Terablûsê derbasî herêma Sewanî bûn û hejmarek "Terorîstên ji Bingaziyê reviyane" girtin û rêjiyeke çek û cebilxane desteser kirin, di heman demê dest danîn ser Balafirgeha Navdewletî ya Trablûsê.

Hêzên Hefterê duh bi hinceta "Tinekirinê terorîstan" operasyona leşkerî ber bi Terablûsê ve da destpêkirin. di vê çarçoveyê de gelek herêmê li başûrê paytextê kontrol kirin. Ceneral Xelîfe Hefter gotibû ew ê di nava 48 saetan de Trablûsê kontorl bikin.