Desteya Perwerdeyê rojbûna Ocalan pîroz kir

Desteya Perwerde û Fêrkirnê ya Herêma Cizîrê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stada Şehîd Heysem Kuço pîrozbahiyek li dar xist.

Desteya Perwerdeyê rojbûna Ocalan pîroz kir
Desteya Perwerdeyê rojbûna Ocalan pîroz kir
Desteya Perwerdeyê rojbûna Ocalan pîroz kir
Desteya Perwerdeyê rojbûna Ocalan pîroz kir
Desteya Perwerdeyê rojbûna Ocalan pîroz kir
Desteya Perwerdeyê rojbûna Ocalan pîroz kir
Desteya Perwerdeyê rojbûna Ocalan pîroz kir
5 nîsan, 2019   12:55
QAMIŞLO

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stada Şehîd Heysem Kuço û bi dirûşma "Bi rihê 4`ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi rêber Ocalan re azad bijîn" pîrozbahiyek li dar xist. Bi sedan mamoste, hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Semîra Hec Elî, hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger û hunermend Cewad Merwanî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li stadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyênê têkoşer Leyla Guven hatin daliqandin.

Di pîrozbahiyê de hevseroka TEV-DEM`ê Zela Ceger axivî û got Ocalan ew ber bi jiyana azad, îrade, nasname û hebûnê ve birin. Zelal diyar kir ku gelek zanyar û feylezof derketin da ku gelê xwe bi rê ve bibin lê wan nikarîbû wekî rêber Ocalan mafên wê bidin wê û wiha anî ziman:"Ji ber wê me wek jin deyndarên rêber Ocalan in. Em li ser esasê firkên wî ji bo avakirina jiyana azad tev digerin."

Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger di dawiyê de diyar kir ku ne tenê Kurd lê belê ereb, suryan, tirk, îranî, dewletên Ewrûpa û Amerîkayê firkên Rêber Ocalan esas digirin û di zanîngehan de tê dayîn.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Semîra Hec Elî diyar kir fir û felsefeya Rêber Ocalan di zanînge û akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca avakirina nivşekî azad ku parastina nirx, pîvan û rastiya civaka xwe bikin, tên dayîn.

Paşê Koma Nûpelda stranên folklorîk pêkêş kirin û xelekên dîlanan hatin gerandin. Di dawiyê de hunermend Cewad Merwanî stran gotin.

(bx)

ANHA