Ciwanên Efrînê rojbûna Ocalan pîroz kir

Bi dirûşma "Bi rihê 4`ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi serok Apo re azad bijîn" bi sedan ciwanên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, bi boneya rojbûna Ocalan şahiyek li dar xist.

Ciwanên Efrînê rojbûna Ocalan pîroz kir
Ciwanên Efrînê rojbûna Ocalan pîroz kir
Ciwanên Efrînê rojbûna Ocalan pîroz kir
Ciwanên Efrînê rojbûna Ocalan pîroz kir
Ciwanên Efrînê rojbûna Ocalan pîroz kir
5 nîsan, 2019   13:05
ŞEHBA

Di şahiya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê lidar xist de, bi sedan ciwanên Efrînê yên li navçe û gundên kantona Şehbayê dimînin, beşdar bûn.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li ser nivîsa "Bi rihê 4`ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi serok Apo re azad bijîn" daliqandibûn.

Di şahiyê de, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Reşîd Silêman axivî û rojbûna Ocalan li hemû gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd taybet pîroz kir. Reşîd got: "Rojbûna rêber Ocalan rojbûna hemû gelan e, ew rêberê ku bi fikr û felsefeya xwe milyonan kes ji zilmê rizgar kirin."

Endama Yekitiya Xwendekarên Demokratîk Enehîta Bekir axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar ir û berxwedana grevên birçîbûnê silav kir.

Paşê Koma Çiyayê Efrînê, Koma Şehîd Hîva ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn, Koma Çiyayê Hawar û xwendekarên Dibistana Şehîd Hawar gelek stran pêşkêş kirin.

ANHA