Li parka Ocalan a  Girkê Legê dar hatin çandin

Bi rasthatina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, bi sedan şêniyên Girkê Legê dar li Parka Serok Ocalan a navçeyê çandin.

Li parka Ocalan a  Girkê Legê dar hatin çandin
Li parka Ocalan a  Girkê Legê dar hatin çandin
Li parka Ocalan a  Girkê Legê dar hatin çandin
3 nîsan, 2019   13:41
QAMIŞLO

Şêniyên Girgê Legê li parka Serok Ocalan a navçeya Girkê Legê  kom bûn. Endama rêveber a Kongreya Star Melîha Abdullah axivî û got: "Rojbûna Ocalan zayîna mirovahî û jina azad e. Ji ber wê wek jinên Rojava em rojbûna xwe di rojbûna Ocalan de dibînin."

Melîha rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya gelê Rojhilata Navîn pîroz kir û banga mezinkirina têkoşînê ji bo bidawîkirina tecrîdê kir.

Piştre şênî di nav berzkirina dirûşmeyên silavkirina  Ocalan de dar li parkê çandin.

(şx)

ANHA