Li Hesekê damezradina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hat pîrozkirin

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera yekemîn damezrandina partiyê bi dirûşmeya `Pirrengî, demokratîk û nenavenedîbûnê` li Hesekî pîroz kir.

Li Hesekê damezradina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hat pîrozkirin
Li Hesekê damezradina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hat pîrozkirin
Li Hesekê damezradina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hat pîrozkirin
Li Hesekê damezradina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hat pîrozkirin
Li Hesekê damezradina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hat pîrozkirin
Li Hesekê damezradina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hat pîrozkirin
Li Hesekê damezradina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hat pîrozkirin
Li Hesekê damezradina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hat pîrozkirin
3 nîsan, 2019   13:58
HESEKÊ

 Keleha Aştiyê ya bajarê Hesekê şahiyek li dar xist.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera yekemîn damezrandina partiyê bi dirûşmeya `Pirrengî, demokratîk û nenavenedîbûnê` li Hesekî pîroz kir. Şahî li hola Kelha Aştiyê ya Hesekê hat lidarxistin. Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, endamên saziyên civaka sivîl û Hêzên Sûriyê Demokratîk beşdarî şahiyê bûn.

Cihê şahiyê bi pankartên`Jin bi mereqdariyek mezin hewl dide bi rêya avakirina civakê azadiya xwe di Sûriyeya pêşerojê de misoger bike`, `Sûriya pêşerojê şoreşa li dijî zordestan û terorê ye`, `Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo destpêkek bi hêvî bernameyek rast e`, wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan axivî û salvegera yekemîn a damezirandina partiyê pîroz kir. El-Qeftan  diyar kir ku di encama aloziyên Sûriyê de û şerên ku rû dane, binesaziyê Sûriyê bi temamî wêran bû, bi hezaran gelê Sûriyê warên xwe berdan û koçber bûn.

El-Qeftan tekez kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo bicihanîna daxwaz û hêviyên gel ava bûye û wiha got: “Partiya Pêşerojê ya Sûriyê beyî hevgirtina gelê Sûriyê û baweriya wan bi Sûriyeyek pirrengî, demokratîk û nenavendî nikare bibe xilasiya gelê Sûriyê.”

Piştî bidawîbûna axaftinan peyamên pîrozkirinê yên Fermendariya Giştî ya QSD`ê, Meclisa Êlên Kurdî û Erebî, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî hatin xwendin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA