Cara yekemîn e ku jineke ji Afrîkayê li DYA’yê dibe şaredar

Jina bi eslê xwe ji Afrîkayê Lori Lightfoot, bû şaredara Chicagoyê ya wîlayeta Illinois ku yek ji mezintirîn bajarên DYA’yê ye.

Cara yekemîn e ku jineke ji Afrîkayê li DYA’yê dibe şaredar
3 nîsan, 2019   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Skynewsê ragihand ku piştî pêşbirka bi Tony Pericoincol (72) re, Lori Lightfoot (56) bi ser ket û bû şaredara bajarê Chicago yê wîlayeta Illinois a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).

Lori Lightfoot seroka rêxistina "Chicago Police Board" a sivîl û serbixwe ye, tu têkiliyên wê bi aliyên siyasetê re tune bûn, lê Tony Pericoincol siyasetmedareke kevn e û 2 salan endama meclisa bajêr bû.

Jinên ji Afrîkayê ji sedî 6 tenê ji serokên şaredariyên 200 bajarên DYA’yê ne. Lori Lightfoot dê di 20`ê Gulanê de sûnda qanûnî bixwe.

(jo)