`Rojbûna rêber Apo rojbûna gelê Kurd e`

Bi boneya rojbûna Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongreya Star ji bo danasîna jiyan û têkoşîna Ocalan, semînerek da.

`Rojbûna rêber Apo rojbûna gelê Kurd e`
`Rojbûna rêber Apo rojbûna gelê Kurd e`
`Rojbûna rêber Apo rojbûna gelê Kurd e`
`Rojbûna rêber Apo rojbûna gelê Kurd e`
1 nîsan, 2019   10:52
KOBANÊ

Bi rasthatina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 70`yemîn re, Kongreya Star dest bi rêzeçalakiyan kir û di nav de îro semîrek bi navê "Rastiya Serokatî" da. Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Bi dehan endamên jin ên saziyên li navçeya Sirîn û bajarê Kobanê amade bûn. Semîner ji aliyê endama Koordîsyona Kongreya Star Zehra Berkel ve hate dayîn.

Zehra Berkel di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd e û wiha got: "Rêber Apo di 4`ê Nîsana 1949`an li gundê Amara ji dayik bû. Rêber Apo di 7 saliya xwe de têkoşîn ji bo jiyaneke azad û birûmet kir û hemû jiyana xwe feda kir. Rêber Apo li hember hişmendî û pergala desthilatdar serî hilda, rojbûna rêber Apo ji bo gelê Kurd û taybet jinan rojeke pîroz e. Ji ber wî hişt ku jin bigihîjin vê rojê û jin rakirin ser pêyan."

Zehra wiha pê de çû: "Yek ji rastiya jiyanê têkoşîna Serok e, li dijî koletiyê tê koşiya û azadî ava kir. Tiştîêherî xweş di jiyanê de azadî ye. Ji bo ku mirov azad bijî, bedelên pir giran dide."

Zehra di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser çalakvanên greva birçîbûnê û got: "Hevala Leyla Guven bi dehan jinan ji bo rakirina tecrîdê ketiye greva birçîbûnê. Em wek jin ku rêber Apo azadî ji bo me aniye, divê em çalakiyan ji bo rakirina tecrîdê û azadiya rêber Apo pêk bînin."

Di dawiya axaftina xwe de Zehra Berkel wiha got: "Têkoşîna me ji bo azadiyê ye û çawa rêber Apo azadî ji bo me qezenc kir, em ê serokê xwe azad bikin."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4`ê Nîsana 1949`an de li gundê Amara yê bajarê Rihayê ji dayik bû.

(şm-hh)

ANHA