Sersaxî ji malbata şehîd Dilovan re hat xwestin

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şervana YPJ`ê Ocelîn Kalo (Dilovan Şêran) re xwest ku li bajarê Dêrikê dema bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd ket.

Sersaxî ji malbata şehîd Dilovan re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilovan re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilovan re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilovan re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilovan re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilovan re hat xwestin
1 nîsan, 2019   09:40
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê û gundewarên wê bi merasîmekê sersaxî ji malbata şehîd Ocelîn Kalo (Dilovan Şêran) re xwest ku di 18’ê Sibata 2019’an de li bajarê Dêrikê dema bi erka xwe radibû, şehîd bû.

Merasîma sersaxiyê li taxa Botan Şerqî ya li bajarê Kobanê hate lidarxistin. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Silêman Silêman axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Şehîd Dilovan ji bo ku tola birayê xwe rake û parastina axa xwe bike canê xwe jî feda kir.”

Her wiha li ser navê malbata şehîd Dilovan birayê wê Egîd Kalo wiha got: “Em îro pir serbilind in ku em bûn xwedî 2 şehîdan. Şehîd Dilovan dema ku tev li refên YPJ`ê bû, armanca xwe ya sereke ew bû ku tola birayê xwe rake û parastina axa xwe bike û çeteyên DAIŞ`ê tune bike, armanca wê pêk hat û çete li ser axa xwe tune kirin.”

Paşê kesên ku beşdarî merasîmê bûn, bi sloganên “Şehîd namirin” derbasî kon bûn.

(sn-hk)

ANHA