Artêşa Tirk careke din êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kir

Artêşa Tirk careke din êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kir, gundê Şêraniş ê Zaxoyê bomberbaran kir.

Artêşa Tirk careke din êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kir
1 nîsan, 2019   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, artêşa Tirk 22’ê Adarê danê sibê, gundê Şêraniş ê ser bi navçeya Zaxoya ya Dihok a Başûrê Kurdistanê bi balafirên şer bombebaran kiribû. Di encama van êrîşan de malek hilweşiyabû û ziyana gund çêbibû. Hê di ser êrîşê de çend roj derbas nebûyî dîsa artêşa Tirk şeva 29’ê Adarê bi hewan û obusan gund topebaran kir. Gundê ku bê serûber hatî topebarankirin, maleke gundiyan hate rûxandin û ziyan da malên derdorê. Hate ragihandin ku sê top li nava gund ketine û ziyaneke zêde daye gundiyan.

Beriya niha artêşa Tirk gund û navçeyên Başûrê Kurdistanê Şêladizê, Pirbila yên girêdayî Zaxoyê û gundên Qendîlê bombebaran kiribû. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li şûna ku dewleta Tirk hişyar bike û êrîşên wê bide sekinandin, gelê li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan dayî armanc kiribû. Lê belê nerazîbûna gel a li hemberî êrîşan her ku diçe zêde dibe.