Li herêmên di bin serweriya artêşa Yemenê de topbaran

Hêzên Hûsiyan topên hewanê ji taxên hundirê bajarê El-Hudeyda ya rojavayê Yemenê bi aliyê taxên li rojhilat ve avêtin. Her wiha hêzên Hûsiyan erebeyeke leşkerî ku tê de hêzên Siudî hebûn, li Necranê teqand.

Li herêmên di bin serweriya artêşa Yemenê de topbaran
1 nîsan, 2019   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Erebiyê Nêt li ser zimanê şêniyên herêmê ragihand ku hêzên Hûsiyan topên hewanê ji taxên hundirê bajarê El-Hudeyda yê rojavayê Yemenê ber bi aliyê rojhilat ve avêtin. Her wiha şêniyan diyar kir ku bi dehan top ber bi çaraliyên serweriya artêşa Yemenê ve li rojhilatê bajarê El-Hudeyda avêtin.

Li aliyekî din jî hêzên Hûsiyan çend seat berê, êrîşên giran pêk anîn da ku nêzî deverên di bin kontrola hêzên Yemenê de bibin, lê hêzên Yemenê bersiva wan da.

Her wiha El-Mesîra Nêt a Hûsiyan, ji çavkaniyekî leşkerî diyar kir ku li Necranê hêzên Hûsiyan erebeyeke leşkerî ku hêzên ji artêşa Sûadiyê tê de bûn, teqand.

Li Yemenê aloziya mirovî dewam dike. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û Xaça Sor xwest alîkariyên mirovî pêşkêş bikin da ku bigihîjin bajarê El-Dirhêmî.

Li Yemenê 24 milyon kes li benda alîkariya xwarin û parastinê ne, di nav de 14.3 milyon kes rewşa wan di xetereyê de ye, li gorî NY`yê ragihandiye.

(jo)