Li Qamişlo bazirganekî heroînê hate girtin

Li Qamişlo ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bazirganekî madeya heroînê hate girtin. Piştre ji bo Komîteya Lêpirsînê hate veguhastin da ku li gorî zagonê bê darizandin.

Li Qamişlo bazirganekî heroînê hate girtin
1 nîsan, 2019   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku piştî agahî li ser bazirganekî ku madeya heroînê li bajar dihewîne hat, endamên Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî der barê agahiyê de lêpirsîn kir. Di encama şopandin û çavdêriyê de û bi koordînekirina bi Odeya Çalakiyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê re, bazirgan bi serdegirtina cihê wî yê li taxa Elaya ya bajêr de hate girtin.

Endamê rêveber ê Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî diyar kir ku di encama lêgerîna zirav de di mala bazirgan de 6 kg madeya heroîna xav û 14,5 kg jî madeya çêkirî hatin girtin. Her wiha gumanbar li xwe mikur hat ku wî madeya heroînê li malê çêdikir û piştre li cihên cuda difirot.

(fr)