Meclisa Jinên Sûriyê Cejna Ekîto pîroz kir

Meclisa Jinên Sûriyê sersala asuriyan (Cejna Ekîto) li gelê Asûr û hemû gelê Sûriyê pîroz kir.

Meclisa Jinên Sûriyê Cejna Ekîto pîroz kir
31 adar, 2019   20:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinên Sûriyê bi boneya sersala asuriyan (Cejna Ekîto) peyamek weşan.

Meclisa Jinên Sûriyê Ceja Ekîto li gelê Sûriyê bi taybet Asûr pîroz kir û got: "Em bi gelê Asur ê ku ji beriya hezarên salan ve çanda xwe ya resen parastiya serbililind in. Bedewlbûna welatê me bi dewlemendûn û pirniya xwe ye. Têkoşîna me ya ji bo azadî, edaletî û misogeriya mafê gelê Sûriyê berdewam e. Her sal gelê Sûriyê, gelê me yê Asur û tevahî mirovahî bi azadî bijî."

ANHA