Banga derketina dagirkeriya Tirk

Li herêma bakur rojavayê Sûriyê bi taybet herêmên di bin serweriya dagirkeriya Tirk ji Cerablusê heya Efrînê ji destpêka meha Adarê ve gelek aloz bûne. Her wiha şêniyên wan herêman li dijî dagirkeriya Tirk serî hildidin û banga derketina wê dikin.

Banga derketina dagirkeriya Tirk
Banga derketina dagirkeriya Tirk
Banga derketina dagirkeriya Tirk
29 adar, 2019   07:07
ŞEHBA

Li herêma bakur rojavayê Sûriyê bi taybet herêmên di bin serweriya dagirkeriya Tirk ji Cerablusê heya Efrînê ji destpêka meha Adarê ve gelek aloz bûne. Her wiha şêniyên wan herêman li dijî dagirkeriya Tirk serî hildidin û banga derketina wê dikin. Ji ber tevlihevî, pevketin û zêdebûna asta nakokiyan di navbera çeteyan de, haletên kuştin, binpêkirin û ne ewlehiyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê, şêniyên wan herêman li hember wan binpêkirinan serî hildidin û banga derketina dagirkeriya Tirk dikin.

Serhildan û banga derketina dagirkeriyê

Di van demên dawîn de li herêmên Bab, Efrîn, Cerablus û Ezazê di navbera çeteyan de alozî derketine. Her komek dixwaze herêmê li gorî xwe bimeşîne ji ber wê tevliheviyek ewlehiyê çêbûye.

Ji bilî binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlan û revandina sivîlan, girtina fidyeyan, ji ber teqînên ku rû didin, şênî di nav tirs û xofê de dijîn.

Ji ber ku dagirkeriya Tirk fonên çeteyan qut kirine, bêyî ku pereyan bide çeteyan ji herêmê sûd digre, ev rewş tên jiyankirin.

Ji ber binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê hêrsa şêniyan zêde bûye û ev hêrs gihaşt asta serhildanê. Şênî agir bi tekeran xistin û li ser dîwaran nivîsên `Dagirkeriya Tirk hilweşe, Tirkiye hilweşe` nivîsandin û banga derketina dagirkeriya Tirk dikin.

Li wan herêman rewş awarte ye

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çete niha xwe li herêmên nêzî gundên bajarê Babê û Minbicê yên rizgarkirî, rewş awarte ye. Dagirkerî û çeteyên wê li ser bendên kontrolê yên deriyên têketin û derketina ji bajêr girtekên  ewlehiyê zêde kirine.

Ji aliyekî din ve haletên kuştin û hedefgirtina çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) li bajarê Idlibê û herêmên din zêde bûne. Hindek çavkaniyan destnîşan kir ku dibe çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên Tehrîr El-Şam de girtî bûn van bûyeran pêk tînin. Ew çete piştî hedefgirtina balafirên Rûsyayê ji girtîgehên Tehrîrî El-Şam reviyane.

Ji ber tirsa ji operasyonên leşkerî çavdêrî û ferzkirina dorpêçê

Tirs û xofa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê li gel operasyonên leşkerî yên Hêzên Rizgarkirina Efrînê û Odeya Çalakiyên Leşkerî ya Xezeba Zeytûnê li dijî wan zêde dibin. Ji ber wê dagirkeriya Tirk hebûna xwe li herêmê zêde kiriye.

Dagirkeriya Tirk ji çend rojan ve li ser piraniya gund, navçe û herêmên ku hîna Kurd lê hene dorpêç ferz kiriye. Her wiha dagirkeriya Tirk kemîreyên çavdêriyê li ser tevahiya riyên sereke û şaxî bi cih kirine.

(şx)

ANHA