`Divê Tirkiye were darizandin`

Hiqûqnasa ji pêkhateya Ereb a kantona Şehbayê Nerîman Hisên destnîşan kir ku binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên yên li Efrînê berdewama binpêkirinên DAIŞ`ê ne û wiha got: “Em bang dadgeha cezayê ya navdewletî dikin ku bi lez Tirkiyê ji xaka Sûriyê derxîne û ji ber binpêkirinên wê yên li ser Efrînê darizînê.”

`Divê Tirkiye were darizandin`
29 adar, 2019   06:14
ŞEHBA-FÎDAN ABDULLA

Ji zêdetirî salekê ve jinên Efrînê ji hovantirîn binpêkirinên dermirovî yên Tirkiyê ji revandin, kuştin û koçberkirinê azaran dikişînin.

Hiquqnas Nerîman Hisên ku ji pêkhateya Ereb a Şehbayê ye di hevdîtineka bi ajansa me de bal kişand ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê.

Di destpêkê de Nerîman got: "Di aloziya Sûriyê de û nakokiyên xwîndar, kantona Efrînê ji herêmên herî ewle dihat hesibandin. Ji ber wê bi hezaran malbat ji hundir û derveyê axa Sûriyê berê xwe dan Efrînê û Rêveberiya Xweser ew hembêz kirin û tevahiya daxwazên wan ji peyda kirin."

Nerîman bal kişand ser êrîşên balafirên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê û got: “Ev êrîş hovane û dermirovî bûn. Ji aliyê qanûnî ve nayê qebûlkirin. Em bêdengiya navdewletî ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê û binpêkirinên wê yên li ser gelê Efrînê tên maşandin şermezar kir. Piştî derbasbûna salekê li ser dagirkirinê, binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser jinan zêde bûne. Dagirkeran ne tenê azadiyê wê di mal de sînodar kirin, jina azad kirin kole.”

Nerîman di dirêjahiya 4 salan de bû şahidê binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser şêniyên Şehbayê. Nerîman diyar kir ku binpêkirinên dagirkeriya Tirk berdewama binpêkirinên DAIŞ`ê ne.

Nerîman di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku wan bi rêya çapemeniyê û têkiliya bi şêniyên Efrînê re binpêkirin û kiryarên Tirkiyê û çeteyên belge kirine û wiha got: “Em bang li dadgeha cezayê ya navdewletî dikin ku bi lez Tirkiyê ji xaka Sûriyê derxîne û  ji ber binpêkirinên wê yên li ser gel û jinan, darizîne.”

(şx)

ANHA