‘Em ê mafên jinan di destûra Sûriyê de mîsoger bikin’

Jinên ku beşdarî Diyaloga Sûrî-Sûrî bûn, destnîşan kir ku ew ê bixebitin da ku mafên jinan di destûra Sûriyê de tesbît bikin, her wiha beşdarî xebata siyasî û çareserkirina aloziya Sûriyê bibin.

‘Em ê mafên jinan di destûra Sûriyê de mîsoger bikin’
29 adar, 2019   09:01
KOBANÊ

Berpirsa Yekitiya Jinên Suryan Sîham Qeryo û hevseroka Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Emel Dada ku beşdarî Diyaloga Sûrî-Sûrî bûn, ji ANHA`yê re li ser rola jinan di diyalogê de û beşdarbûna wan di dîtina çareseriya aloziya Sûriyê û rola jinan di destûra Sûriyê de axivîn.

Hevseroka Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Dada tekez kir ku divê destûra Sûriyê mafên jinan mîsoger bike da ku bikare beşdarî çalakiyên çareserkirina aloziya Sûriyê bibe.

Emel Dada diyar kir ku bi beşdarbûna li Diyaloga Sûrî-Sûrî bi awayekî aktîf mafên jinan tesbît dikin.

Di reşnivîsa destûr û pernsîbên destûra Sûriyê yên sereke de 2 bendên mafê jinan hene, ya  yekemîn; jin bikare di aliyê siyasî, çandî, aborî û civakî de aktîf bin, her wiha xurtkirina beşdarbûna wan di pêvajoyên dayîna biryaran de. Di benda duyemîn de tê gotin; jin û mêr di maf û erkan de wekhev in û hemû welatiyên Sûriyê xwedî heman mafan in bê ferq û cudahî.

Di vê çarçoveyê de berpirsa Yekitiya Jinên Suryan û hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo wiha got: "Niha em ji DAIŞ`ê xilas bûn. Tu tişt li pêşiya gelê Sûriyê ji bilî diyalogê da ku bi rêya lihevkirina di navbera wan de ji aloziya Sûriyê derkevin, tune ye."

Sîham Qeryo destnîşan kir ku jin li herêmên Rêveberiya Xweser ji hemû jinên cîhanê re bûn mînak, bi wekheviya di navbera jin û mêran de tev li hemû aliyên jiyanê yên siyasî, rêveberî, leşkerî û hevserokatiyê bûn û armancên xwe pêk anîn.

Sîham Qeryo di dawiyê de got ew hewl didin rola jinan îsbat bikin da ku bikarin bi awayekî aktîf cihê xwe di nava civakê de bigirin û aloziya Sûriyê çareser bikin.

(jo)

ANHA