Şêniyên Tebqayê şehîdên  Adarê bi bîr anîn

Şêniyên herêma Tebqayê îro bi merasîmekê li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê şehîdên meha Adarê bi bîr anîn.

Şêniyên Tebqayê şehîdên  Adarê bi bîr anîn
Şêniyên Tebqayê şehîdên  Adarê bi bîr anîn
Şêniyên Tebqayê şehîdên  Adarê bi bîr anîn
Şêniyên Tebqayê şehîdên  Adarê bi bîr anîn
Şêniyên Tebqayê şehîdên  Adarê bi bîr anîn
Şêniyên Tebqayê şehîdên  Adarê bi bîr anîn
28 adar, 2019   16:12
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tebqayê îro merasîma bîranîna 6 şehîdên QSD`ê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên ku di meha Adarê de li cihên cuda şehîd bûne lidar xist.

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Rewşen Hemê, hevseroka Meclisa Rêveber Hind El-Elî, Rêveberiya Jin a Tebqayê, Mala Birîndaran, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tevî bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkeri beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, paşê malbatên şehîdan mûm li ber wêneyên zarokên xwe vêxistin.

Di merasimê de gelek axaftina ji hêla QSD`ê endamê rêveber ê Têkîliyên Giştî yên Leşkerî Mistefa Mehmûd, Meclisa Malbatên şehîdan Emîne Ebdulrezaq, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hevserokê Komîteya Aborî Ehmed El-Silêman, Rêveberiya Jin a Tebqayê endama rêveber a rêveberiyê Fatme Hemdo ve hatin kirin.

Di axaftinan de serkeftina QSD`ê ya ku bi saya fedekariyên şehîdan hate bi destxistin û li tevahiya malbatên şehîdan hate pîrozkirin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heya rizgarkirina Efrînê û her bostek ji xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk hate dayîn.

Di merasime de belgefîlmek girêdayî şerên şervanên QSD`ê li dijî DAIŞ`ê hat pêşandan. Herî dawî bawernameya şahadeta şehîdan hat xwendin.

Navên şehîdan wiha ne; Ehmed El-Hesen, Ehmed Cedîi, Beşar El-Ewad, Mehmûd El-Şerîf, Salih Mehmûd bi nasnav Xelef Reqa û Mueyed El-Hindî.

(şx)

ANHA