Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdên Minbicê û malbata şehîda Dêra Zorê  Delal Amed xwestin.

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin
28 adar, 2019   16:27
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê, endam û rêveberiyên saziyên sivîl, şervanên YPJ`ê , YPG`ê û Hêzên Xweparastinê sersaxî ji malbata şehîd Delal Amed ku di 23`ê Adara 2019 di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû, şehîd Celal Hemî (Celal), şehîd Şiyar Qeremux (Mihemed Cezayîrî) , şehîd Mazlûm Kawî (Mazlûm) ku di 25’ê Adara di encamê êrîşekê de li Minbicê şehîd bibûn re, xwestin.

Konên sersaxiyê li gundê Qeremox, gundê Xizênê, li taxa Şehîd Peyman a navenda Kobanê û li Girê Kaniya Kurdan hatin vedan.

Di merasima li Qeremoxê endamê Hêzên Parastina Civakê Osman Remedan û endamê Rêveberiya PYD`ê  ya navçeya Şêranê Salih Noh axivîn. 

Di merasima li Xizênê de jî hevserokê kantona Kobanê Mustafa Îto axivî. Li merasima taxa Şehîd Peyman jî, hevserokê navçeya kantona Kobanê Elî Hoşan û li Girê Kaniya Kurdan jî Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR`ê Cemal Kobanê, hevseroka Meclisa Malbata Şehîdan Arif Balî axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û wiha gotin: “Armanc û daxweza wan ew bû ku rojên tarî yên li ser civakê ronî bikin. Em roj bi roj serkeftinan bi dest dixin. Serkeftin ji Kobanê dest pêkir û îro serkeftina herî mezin li Baxozê dawî li hêzên tarî anî.”

Di axaftinan de  soza şopandina rêya şehîdan dan û teqez kirin ku: “Şehîd  Delal , Mazlûm , Şiyar , Celal pêşengên me ne. Bi saya van lehengan ji bo şoreş bigehe serkeftinê bingehek rast danîn.”

Malbatên şehîdan bi xêrhatina kesên beşdarî merasimê bûne kirin.

Merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

ANHA