Şêniyên herêma Efrînê têkoşer Egîd bi bîr anîn

Îro şêniyên herêma Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, têkoşer Egîd (Mahsûm Korkmaz) di salvegera şahedeta wî ya 33’emîn de bi du civînên cuda bi bîr anîn.

Şêniyên herêma Efrînê têkoşer Egîd bi bîr anîn
28 adar, 2019   16:05
ŞEHBA

Îro Meclisa navçeya Ehdas ji bo bîranîna şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) di salvegera şehadeta wî ya 33’emîn de bi du civînên cuda bi bîr anîn. Civîn li navçeya Ehdas û li gundê Til Qirahê yê kantona Şehbayê hatin organizekirin.

Bi sedan şênî beşdarî her du civînan bûn. Her du civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kirin. Li navçeya Ehdasê endama rêveber a Meclisa navçeyê Zagros Efrîn û li gundê Til Qirahê endama rêveber a Meclisa navçeya Ehdas Newroz Kobanê axivîn.

Di axaftinan de şehîd Egîd hate bibîranîn û gotin: “Şehîd Egîd yekemîn gule li dijî faşîzma Tirk teqandiye, bi vê yekê bû sembola berxwedan û têkoşînê.”

Her du axaftvanan soza şopandina rêya şehîd Egîd û tevahiya şehîdên azadiyê û Berxwedana Serdemê dan heya ku armancên şehîdan pêk werin.

Her du civîn bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîd Egîd û tevahiya şehîdn azadiyê re bi dawî bûn.

(şx)

ANHA