`Gelê ku teror têk bir dê dagirkeriyê jî têk bibe’

Bi sedan şêniyên  Minbic û gundewarên Babê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Zekûr Abdullah û şervanê Meclisa Leşkerkî ya Babê Suhêl Şêxo (Azad) li Goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê.

`Gelê ku teror têk bir dê dagirkeriyê jî têk bibe’
`Gelê ku teror têk bir dê dagirkeriyê jî têk bibe’
`Gelê ku teror têk bir dê dagirkeriyê jî têk bibe’
`Gelê ku teror têk bir dê dagirkeriyê jî têk bibe’
`Gelê ku teror têk bir dê dagirkeriyê jî têk bibe’
`Gelê ku teror têk bir dê dagirkeriyê jî têk bibe’
`Gelê ku teror têk bir dê dagirkeriyê jî têk bibe’
`Gelê ku teror têk bir dê dagirkeriyê jî têk bibe’
`Gelê ku teror têk bir dê dagirkeriyê jî têk bibe’
28 adar, 2019   15:49
MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbic û gundewarên herêma Babê ya rizgarkirî cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Suhêl Şêxo (Azad) ê ku 25‘ê Adarê li eniya gundê Qerwêran ê bakurê bajarê Babê şehîd bibû, cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê ya Minbicê Zekûr Abdullah ku di 26‘ê Adarê di êrîşa komên çeteyan de li ser bendên kontrolê şehîd bûbû, oxir kirin.

Girseya gel cenazeyên her du şehîdan ji ber nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê li gel torenek leşkerî destpê kir.

Paşê axaftin hatin kirin. Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif El-Erîme,  hevserokê Meclisa Malbatên Mehmûd El-Îdo, li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Desteya Karûbarên Civakî Farûq El-Maşî û li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê cîgira Meclisa Zagonsaz Ezab El-Ebûd axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan heya rizgarkirina tevhiya xaka dagirkirî dan.

Fermendarê Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kir ku li şûna ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê daxwazên şêniyên Babê yên ku li dijî wan rabûne bînin cih, tevlheviyê  li herêmên ku bi saya keda şehîdan hatine rizgakirine belav dike.

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî Farûq El-Maşî di axaftina xwe de  bang li êlan kir ku li rex hêzan bisekinin û erkên xwe di parastina bajêr de pêk bînin.

Piştî bidawîbûna axaftinan girseya gel cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin.

(şx)

ANHA