Siyasetmedarên Sûriyê banga çareserkirina siyasî kir

Gelek siyasetmedarên Sûriyê diyar kir ku têkçûna DAIŞ`ê hişt ku pêvejoyeke guncaw ji bo destpêkirina çareserkirina siyasî li Sûriyê dûrî kongreyên ku nûnerên gelê Sûriyê beşdar nebin, dest pê bike.

Siyasetmedarên Sûriyê banga çareserkirina siyasî kir
28 adar, 2019   09:34
KOBANÊ

Siyasetmedarên ku beşdarî Diyaloga Sûrî – Sûrî bûn ku li bajarê Kobanê tê lidarxistin û îro di roja duyemîn de dewam dike, diyar kir ku dem dema hevgirtina gelê Sûriyê ye û destpêkirina diyaloga di navbera Şam û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.

Selahdîn Bîlal gerînendeyê Navenda Espar a Lêkolînan a Almanyayê ji ANHA`yê re got pir girîng e ku têkiliyên di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de qut nebin û wiha dewam kir: "Gelek nakokî hene û hin lihevkirin di her du merheleyên çûyî yên diyalogê de ku di navbera her du rêveberiyan de çêbûn, hene.  Em dixwazin vê lihevkirinê xurt bikin û diyalog û hevdîtineke cidî der barê nuqteyên nakokî, mêjî û hişmendiya berê de hebe, divê rejîma Sûriyê di guhertina wan de bifikire, ji ber çarenûsa gelê Sûriyê berpirsyariya hemû kesî ye, xwîna ku gelê Sûriyê da ne hindik bû."

Zêdetirî 132 siyasetmedar, mafnas, rewşenbîr û ronameger beşdarî Diyaloga Sûrî – Sûrî ya sêyemênîn bûn ku bi dirûşma  "Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve” duh dest pê kir.

Serokê Kutle Wetenî ya Muxalif li Sûriyê Basil Kiwîfî got QSD`ê terora ku ji bo cîhanê xeter bû, têk bir.  Kiwîfî bang kir ku ev serkeftin bibe serkeftina siyasî di xizmeta avakirina Sûriyeyeke demokratîk ji bo hemû Sûriyê bike û êdî rijandina xwîna gelê Sûriyê bê rawestandin.

Der barê mijarê de, mamosteyê hiqûqa navneteweyî Mihemed Şakir destnîşan kir ku merheleya têkbirina terorê ji aliyê QSD`ê ve, di demekê de ku xebata siyasî li Sûriyê derbasî merheleyeke nû bike, vê yekê jî pêvejoyeke guncaw ji bo destpêkirina diyaloga ava kir û bidawîkirina şerê li Sûriyê rû dide, dûrî kongreyên derve bike.

Mihemed Şakir diyar kir ku kongreyên ku li gelek bajarên cîhanê ji bo dîtina çareseriya aloziya Sûriyê hatin lidarxistin, hemû vala derketin, ji ber ku nûnerên rast ji bo gelê Sûriyê di wan kongreyan de beşdar nebûn.

(jo)

ANHA