Îsraîlê 2 tabûrên leşkerî li sînorê Xezayê bi cih kirin

Piştî ketina roketekê li Til Evîvê, artêşa Îsraîlê 2 tabûrên leşkerî li ser sînorê Xezayê belav kirin û bangî leşker û serbazên karbesên leşkerî kir.

Îsraîlê 2 tabûrên leşkerî li sînorê Xezayê bi cih kirin
25 adar, 2019   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê piştî avêtina roketekê li Til Evîvê, hêzên xwe xistin rewşa awarte. Her wiha 2 tabûrên leşkerî li ser sînorê Xezayê belav kirin û bangî hêzên karbes (berdest) jî kir.

Artêşa Îsraîlê tevgera Hemasê bi avêtina wê roketê li naverasta Îsraîlê tawanbar kir.

Li aliyekî din jî Îsraîlê girtina 2 dergehan bi Xezayê re ragihand da ku erdnîgariya masîvanên Filistînê kêmtir bibe. Ew jî wek bertek ji bo avêtina roketê li herêmên bakurê rojhilatê Til Evîvê pêk hat.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî ragihand ku dê serdana xwe ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dirêj neke da ku vegere Îsraîlê û bûyera avêtina roketê bişopîne.

Têkildarî mijarê Benyamîn Netanyahû li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir ku ji bo bûyerên ewlehiyê biryar da ku serdana xwe ya li DYA’yê dirêj neke û dê bi serok Donald Trump re piştî çend saetên din hevdîtinekê bike û yekser vegere welat.

Roket bi ser maleke li bakurê Til Evîvê de ketiye. Di encamê de 7 kes bi sivikî birîndar bûn.

(fr)