Girtiya Azadiyê Medya Çinar jî çalakiya fedayî pêk anî

Girtiya Azadiyê Medya Çinar ku ji doza PAJK’ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dihat girtin, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî pêk anî û şehîd bû.

Girtiya Azadiyê Medya Çinar jî çalakiya fedayî pêk anî
25 adar, 2019   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyek din a azadiyê li dijî tecrîdê çalakî pêk anî. Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin Medya Çinar çalakî pêk anî û şehîd bû. Paralmenterê HDP’ê yê Mêrdînê û Wekîlê Serokê Meclîsê yê Koma HDP’ê Mîthat Sancar bi Walîtiya Mêrdînê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê bûyer hat piştrastkirin.

Hat ragihandin ku cenazeyê Medya Çinar birine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Parêzerên ku xwestin têkildarî mijarê agahiyan bigirin çûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, lê destûra parêzeran nayê dayîn. Sekna parêzeran a li ber girtîgehê dewam dike.