Tirkmenên Minbicê spasiya QSD‘ê kirin

Komeleya Tirkmenên Minbicê bi peyamekê, serkeftina QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir.

Tirkmenên Minbicê spasiya QSD‘ê kirin
24 adar, 2019   15:10
MINBIC

Fermandariya Giştî ya QSD`ê duh bi merasîmekê serkeftina hêzên xwe li dijî DAIŞ‘ê ragihand.

Di vê çarçoveyê de Komeleya Tirkmenên Minbicê peyemek da û serkeftina QSD‘ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê pîroz kir.

Komeleyê di peyamê de, spasiya QSD`ê kir, şervanên ku şehîd bûne bi bîr anî û şervanên ku di şerê li dijî terorê de parçeyeke ji canê xwe winda kirin silav kir.

Her wiha got, bi yekîtî dê tarîtiya ku şêniyên Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlibê tê de ne bi dawî bikin û bi kêfxweşî li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan dê bijin.

Di dawiyê de dirûşmeyên "Bijî QSD, bijî biratiya gelan, şehîd namirin, ji birîndaran re şîfa lezgîn û bimre desthilatdarî" hatin berzkirin.

(bx)

ANHA