Li Amûdê pîrozbahiya serkeftina QSD’ê

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, bi boneya serkeftina QSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê,  YPG û YPJ`ê torenek leşkerî li dar xistin. Girêdayî heman mijarê meclisa navçeyê û Meclisa Malbatên Şehîdan şahiyek ji şervanan re organize kir.

Li Amûdê pîrozbahiya serkeftina QSD’ê
Li Amûdê pîrozbahiya serkeftina QSD’ê
Li Amûdê pîrozbahiya serkeftina QSD’ê
Li Amûdê pîrozbahiya serkeftina QSD’ê
Li Amûdê pîrozbahiya serkeftina QSD’ê
Li Amûdê pîrozbahiya serkeftina QSD’ê
Li Amûdê pîrozbahiya serkeftina QSD’ê
Li Amûdê pîrozbahiya serkeftina QSD’ê
24 adar, 2019   15:15

QAMIŞLO

Piştî ragihandina fermî ya serkeftina QSD`ê ya li dijî  DAIŞ`ê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî hatin lidarxistin.

Têkildarî mijarê YPG/YPJ û Hêzên Xweparastinê îro li Goristanan Şehîd Ismaîl a navçeya Amûdê torenek leşkerî li dar xistin. Malbatên şehîdan û şêniyên navçeyê jî beşdarî torena leşkerî bûn. Piştî torenê şahiyek hat lidarxistin.

Yek ji fermendarên YPG`ê Rûbar Dêrik di torenê de axivî. Rûbar Dêrik destnîşan kir ku ev 5 salin QSD bi armanca têkbirina DAIŞ’ê têdikoşe û wiha got: “Çeteyan hewl dan tevna herêmê parçe bikin. Li her derê ku bi cih bûn nebaşî, kuştin û wêrankirinê belav kirin.”

Rûbar Dêrik gotinên xwe wiha berdewam kir: “YPG/YPJ’ê  û QSD`ê piştî 5 salan bi saya fedakariyên mezin, DAIŞ`ê têk bir. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve li rex şervanan sekinîn.”

Piştre şervanan bi meşa leşkerî ber bi hola Seyran ve meşiyan. Şervanan dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.

Hola Seyran a ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û alên YPG, YPJ, QSD, Meclisa Malbatên Şehîdan, al û sembolên şoreşa Rojava hatibû xemilandin. Şervanan bi coşek mezin şênî pêşwazî kirin.

Li wir şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ziyor Elî û hevserokê Meclisa navçeya Amûdê Abdullah Ehmed axivîn. Axêveran serkeftina QSD`ê li beşdaran, şervanan û tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin.

Piştî bidawîbûna axaftinan hunermend Sefqan Orkêş strana xwe ya nû diyarî şervanan kir û endamên Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê stranên şoreşgerî stran.

(şx)

ANHA