Ji HRE‘yê rêzeçalakî: 10 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan li herêma Efrînê dagirkirî û derdorê wê artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên ser bi wê ve bi çalakyên bi bandor derb dikin.

Ji HRE‘yê rêzeçalakî: 10 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
22 adar, 2019   14:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku şervanên wan li herêma Efrîn û Ezazê li dijî hêzên dagirker rêzeçalakî pêk anîn, di encamê de 10 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin,

 " Di dîroka 19’ê Adarê de şervanên me li dijî baregehek çeteyên dagirker li gundê Cilbirê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Di dîroka 20’ê Adarê de şervanên me li dijî rêbendek çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawa çalakiyek bi bandor lidar xistin. Di vê çalakiye de 5 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Di dîroka 21’ê Adarê de şervanên me li dijî baragehek çeteyan li gundê Kil Cibrînê ya girêdayî herêma Ezazê çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

Di encama 3 çalakiyên şervanên me yê li dijî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de 10 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn."