Li Idlibê 2 teqîn pêk hatin

Li bajarê Idlibê yê bi bin dagirkeriya çeteyan de, 2 teqîn pêk hatin. Hate zanîn ku di teqînan de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hatine hedefgirtin.

Li Idlibê 2 teqîn pêk hatin
22 adar, 2019   13:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji parêzgeha Idlibê ragihand ku 2 teqîn li pey hev li bajarê Idlibê pêk hatine, di encamê de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) bi giranî birîndar bûn.

Her wiha çavkaniyê diyar kir ku teqîna yekem, bi rêya mayinekê ku erebeya "van", ku çeteyên Tehrîr El-Şam ji ber çerxerêya El-Hîra ya li bajarê Idlibê ye, kiribû hedef, de teqiya. Çavkaniyan bal kişand ser ku hemû çeteyên ku di hundirê erebeyê de bûn, bi giranî birîndar bûn, lê hejmara wan ne diyar e.

Têkildarî mijarê piştî teqîna yekem, bi rêya mayineke din erebeya fermandarê çeteyan ê bi navê Mihemed Qaqibcî kirin hedef.

Çavkaniysn diyar kir ku Qibaqibcî "wezîrê dadgeha hikumetê” ye ku girêdayî Heyetî Tehrîr El-Şam e.

Her wiha çavkaniyê diyar kir ku Qibaqicî bi giranî birîndar bûye û wî veguhazandine nexweşxaneya Tirkiyê, da derman bibe.

ANHA