Serlêdana malbatan a çûyîna Îmralî hate redkirin

Malbata Ocalan û 3 girtiyên din ku li Îmraliyê ne, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan carek din ji aliyê serdogeriyê ve hate red kirin.

Serlêdana malbatan a çûyîna Îmralî hate redkirin
22 adar, 2019   13:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasîs Mazlûm Dînç ji bo ku biçine Îmraliyê roja Pêncşemê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Heman rojê malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê yên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi rêya parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdanên malbatan carek din red kir. Mehmet Ocalan 11’ê Îlona 2016’an û roja 12’ê Çileya 2019’an hevdîtin pêk anîbû. Hevdîtina parêzeran jî ji 2011’an ve tê red kirin.