Çalakiya Leyla Guven 135, ya Nasir Yagiz 122 roj li pey xwe hiştin

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven îro ket roja xwe ya 135’an û çalakiya Nasir Yagiz jî ket roja 122’yan. Her wiha çalakiyên li derveyî welat û di zindanan de dest pê kir jî, berdewam dikin.

Çalakiya Leyla Guven 135, ya Nasir Yagiz 122 roj li pey xwe hiştin
22 adar, 2019   11:53

NAVENDA  NÛÇEYAN

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kete roja 135’an. 

Her wiha çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz li Hewlêrê kete roja 122’yan û li bajarê Strasbourg ê Fransayê 14 kes û li Walsê ya Brîtanyayê jî çalakiya Îmam Şîş jî ket roja 96’an. Çalakiyên bi heman armancê yên li derveyî welat û zindanan jî berdewam dikin.

Çalakiya girtiyên azadiyê yên di girtîgehan de jî di 16’ê Kanûnê de dest pê kir û îro ket roja xwe ya 97’an. Çalakiyên greva birçîbûnê di 1’ê Adarê de li hemû girtîgehên Tirkiyê belav bûbû.

Çalakiya parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç jî di avahiya HDP’ê ya Amedê de dewam dike.

Li ser navê girtiyên PKK û PJAK’ê ji hêla Denîz Kaya ve îro deklarasyonek hate weşandin û tê de bi armanca rakirina tecrîdê 7 daxwaz hatin kirin. Girtiyan destnîşan kir ku heta daxwazên wan werin bicihanîn, dê çalakiya xwe bidomînin.

ANHA