Dadgeha Awisturyayê piştevaniya qewitandina melayên girêdayî Erdogan kir

Dadgeha Bilind a Awisturyayê piştevaniya biryara hikumetê ya derkirina melayên ku alîgirên Tirkiyê ne, kir. Her wiha di navbera hikumeta Erdogan û hikumeta Awisturyayê de krîz û alozî di vê derbarê de zêdetir dibin.

Dadgeha Awisturyayê piştevaniya qewitandina melayên girêdayî Erdogan kir
22 adar, 2019   11:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Associated Press ragihand ku Dadgeha Awisturyay giliya ku 2 melayên Tirk rakirine dadgehê, red kir ku li gorî zagona 2015’an a qedexekirina kombûnên olî da ku piştgiriyê ji dewletên rojavayî wergirin.

Dadgehê diyar kir ku rêbazên wek "zagona îslamiyetê" tên binavkirin, ne guncaw e li gorî azadiya olî bin. Parastina serxwebûna kombûnên olî ji dewletan, bi taybet ji hemû dewlet û saziyên wê mijareke di çarçobveya berjewendiya giştî de ye.

Di vê derbarê de redkirina Dadgeha Bilind a Awisturya nekokî di navbera Viyana û Tirk de zêde kir û dadgehê raber kir ku siyaseta ku Awisturya der barê derxistina melayên misilman de yên ku alîkariya xwe ji Tirkiyê digirin ne siyasetekî nîjadî ye.

Her wiha dadgeha bilind roja Pêncşemê wiha da zanîn ku parastina serxwebûna dêr û olan dikeve xizmeta bejewendiya giştî. Hê jî melayên Tirkiyê piştevaniyê ji hikumeta Tirk werdigirin û ne ji Awisturyayê.

Li aliyekî din jî şêwirmendê Awisturyayê pêşwaziya serokê parêzgehê Sebastian Curtis kir Şêwirmend wiha got: "Em spasiya Xweda dikin ku hikuma derfetê dide da ku şerê îslamiyên radîkal bikin û li dijî bandorên Tirkiyê û dewletên din bisekinin."

Sebastian Curtis rexnevanekî tundwar ê li dijî Recep Tayyîb Erdogan e û fişar kir da ku Tirkiyê nekeve Yekitiya Ewropayê.

Hikumeta Awisturyayê di Hezîrana borî de ragihand ku ew bi israr e ku melayên ku piştevaniya xwe ji derve digirin, wan ji welat derxe. Di vê çarçoveyê de 7 mizgeft girtin da ku li dijî îslama radîkal bisekinin.

Di heman demê şêwirmendê Awisturyayê Sebastian Curtis diyar kir ku piştî lêpirsîna berpisên karûbarên olî li ser hin wêneyên ku di sala borî de yên zarokan hatiye keşifkirin, biryara girtina hin mizgeft û sekinîna li dijî îslama radîkal derket. Di mizgeftên ku piştevaniya xwe ji Tirkiyê digirtin de dîmenên şerê Gallipolî (Gelîbolu) û hemleya Derdenîlê (Çanakkale) ya Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji bo zarok bên perwerdekirin, pêşkêş dikirin.

(fr)