Şêniyên Qamişlo spasiya QSD’ê dikin

Şêniyên bajarê Qamişlo spasiya QSD`ê kir ku hemû demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û diyar kir ku QSD`ê terora li ser cîhanê xetere bû, şikand.

Şêniyên Qamişlo spasiya QSD’ê dikin
22 adar, 2019   12:18

EHMED SEMÎR – XALID EL-CUMA / QAMIŞLO

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh gundê Baxozê cihê her dawî ku DAIŞ lê bû, rizgar kir. Bi vê yekê QSD`ê hemû demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, serkeftina QSD`ê kêfxweşî li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.

Feysel Qermûtî yek ji şêniyên bajarê Qamişlo ye û wiha got: "QSD`ê xizmet û parastina hemû gelên herêmê kir, vê hêzê serê me bilind kir, bi saya şehîdan em gihaştin vê qonaxê."

Qermûtî da xuyakirin ku QSD`ê serkeftinên mezin pêk anîn ku cîhanê nikaribû bikira, ew jî serkeftina li ser çeteyên DAIŞ`ê bû.

Mihemed Mûsa yek ji şêniyên Qamişlo kêfxweşiya xwe bi serkeftina QSD`ê nîşan da û wiha got: "Em nikarin kêfxweşiya xwe bînin ziman, em ji civaka navneteweyî dixwazin di meseleya hêsîrên li gel QSD`ê de alîkariya QSD`ê bikin, ji ber ku wê giraniyek ji QSD`ê û Rêveberiya Xweser re be."

Mûsa spasiya QSD`ê û hêzên kaolîsyonê kir ku wan çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Suriyê têk birin.

Şêniyê bi navê Ednan Sîno jî diyar kir ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê li benda xebera rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê bûn û wiha got: "Xebera têkbirina DAIŞ`ê kêfxweşiyeke mezin ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê ye".

Sîno wiha got: "Tu hêzên li Sûriyê nikaribûn DAIŞ`ê têk bibin, tenê QSD, YPG û YPJ`ê DAIŞ têk bir û ev jî serbilindî ye".

(jo)

ANHA