Ugur Şakar şehîd bû

Li bajarê Krefeld ê Almanyayê di meha Sibatê de Ugur Şakar li ber dadgehekê xwe şewitandibû. Ugur Şakar li nexweşxanyea ku lê tedawî dibû, şehîd ket.

Ugur Şakar şehîd bû
22 adar, 2019   11:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Ugur Şakar di 20’ê Sibatê de li ber dadgeha bajarê Krefeld ê Alamanyayê agir berdabû bedena xwe.

Bedena Şakar bi rêjeyeke zêde şewitîbû. Şakar li bajarê Duisburg ê Almanyayê di nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, sere vê  sibê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber rewşa wî ya giran serdanên ji bo Şakar hatibûn qedexekirin û her wiha hewldana polêsan a îfadegirtinê jî hatibû astengkirin.

Ugur Şakar beriya çalakiya xwe nameyek nivîsandibû û tê de îşaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê û zextên dewleta Almanyayê kiribû. Şakar di nameya xwe de wiha gotibû: “Tevgera PKK’ê felsefeya “Berxwedan jiyan e” hînî me kir. Em her li ku derê bin, berxwedana li dijî neheqiyê deynê stûyê me ye.”

Şakar bêdengiya welatên Ewropayê şermezar kiribû, bi taybetî li dijî bêdengiya CPT'yê ya der barê grevên birçîbûnê de helwest nîşan dabû. Şakar wiha gotibû: ''Ez tundiya polêsên dewleta Alman û zextên siyasî yên li ser Kurdan şermezar dikim. Li şûna ku bi koletî bijîn, ez bang li hemû Kurdan dikim ku ji bo jiyaneke azad li ber xwe bidin.

Em ê teqez bi ser bikevin. Em li dora hevalên ku li dora Rêbertî kom bûne, em xwe kom bikin.”