Rojnameyeke Taylandê kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê vegotin

Di gotarekê de ku di rojnameya Asia Times a Taylandê de hat belavkirin, hat destnîşankirin ku piştî salek di ser dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve derbas bû, Efrîn bûye navenda bi hezaran çete û malbatên ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve li Xûtaya Rojhilat têk çûn û li şûna niştecihên wê yên resen hatine bicihkirin.

Rojnameyeke Taylandê kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê vegotin
22 adar, 2019   10:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Taylandê ya bi navê Asia Times îşaret bi raporeke Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku di vê mehê de der barê girtinên bêserûber û talankirina li Efrînê de hatiye belavkirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku gelek şêniyên Efrînê di kampên li kantona Şehbayê ya bakurê bajarê Helebê de dijîn. Beşek ji wan jî hîn di Efrînê de ne. Divê li hember gefan, revandin, talankirinê bisekinin û qedexe ye ku berhemên xwe ji zeyta (rûn) zeytûnan li Sûriyê bifiroşin.

Rojnameyê nivîsand ku di dibistanên Efrînê de zagonên bi darê zorê pêk tên. Ala Tirkiyê li ser tevahî avahiyên hatiye hildan, her wiha wêneyên Erdogan li ser dikanan hatine hildan.

Rojnameya Asiya Times li ser zimanê yek ji şêniyên Efrînê ev tişt nivîsand: "Her roja ez ji mala xwe derdikevin, ez hîs dikim ku benek li dora stûyê min e."

Kesa bi zêdenav Lorîn ku nexwest navê xwe yê rast bibêje, wiha got: "Di dibistanan de jî pirsgirêk di navbera keçên ji niştecihên resen û kesên ku li Efrînê hatine bicihkirin, hene. Mînak dibêjin Kurd gawir in û herî dawî jî yek ji mamosteyan li keçekê xist."

Lorîn ji rojnameyê re diyar kir ku çeteyên Erdogan cilên ku wekî cilên wan in li ser wan ferz dikin, ew cilên ku çeteyên DAIŞ`ê li  jinan ferz dikirin.

Her wiha rojnameyê diyar kir ku hindek ji şêniyên ji Efrînê û gundewarên wê de di dawiyê de vegeriyan û dîtin ku kesên ji derve li şûna wan hatine bicihkirin û gelek kes jî vegera wan hatiye qedexekirin.

Ferhad Cafer ku yek ji welatiyên Efrînê ye, wiha got: "Heger xwestin vegerin, çeteyên Tirkiyê li ser nuqteyên kontrolê wan disekinînin."

Her wiha got kurê apê wî 5 caran xwest vegere lê her tim dihat vegerandin. Cafer di dawiyê de wiha ji rojnameyê re got: "Çeteyên ji Dêrazorê mala kalikê wî xistine bin dagirkeriya xwe de. Piştî wê malbata wî çete îkna kir ku li beramberî 150 hezar lîreyên Sûriyê ji malê derkevin. Beriya ku çete derkevin, hemû tiştên di malê de dizîn û birin maleke din."

(bx)