Rûsyayê bang li DYA’ê kir ku beşdarî civîna ji bo kampa El-Rikban bibe

Rûsyayê bang li DYA`yê kir ku beşdarî civîna di 26`ê Adarê de bibe ku dê ji bo kampa El-Rikban bê lidarxistin.

Rûsyayê bang li DYA’ê kir ku beşdarî civîna ji bo kampa El-Rikban bibe
22 adar, 2019   10:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê pêşniyar kir ku civînek di 26`ê Adarê de ji bo meseleya kampa El-Rikban bê lidarxistin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Urdun û rejîma Sûriyê beşdar bibin.

Daxuyaniya hevpar ji Navenda Hevkariyê ya Rûsya û Sûriyê derket û hate gotin ku tê payîn civîn di  26`ê Adarê de li dar bikeve lê belê eger hin aliyên peywendîdar ne amade bin, dê heta 9 Nîsanê bê taloqkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rûsyayê bang li DYA’yê kiriye ku beşdarî vê civînê bibe û nexşerêya girtina kampê deynin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku navendên hevkariyê biryar daye ku serdana kampa El-Rikban ji aliyê komên kar ên tê de bê kirin ku ji nûnerên Sûriye, Rûsya, DYA, Urdun û NY`yê pêk tê, her wiha soza ewlehiya wan li herêma Tenefê hate dayîn.

(jo)