KNK’ê şervanên QSD’ê pîroz kirin

KNK’ê der barê serkeftina QSD’ê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek weşand û şervanên QSD’ê pîroz kirin. KNK’ê destnîşan kir ku hemû gelan bi hev re li dijî çeteyan li ber xwe da û di dawiyê de bi ser ketin.

KNK’ê şervanên QSD’ê pîroz kirin
22 adar, 2019   09:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya  Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li dijî DAIŞ'ê de daxuayniyeke nivîskî weşand û hêzên QSD'ê pîroz kirin. KNK'ê diyar kir ku Kurdan û hevkarên wan ên ji Asûrî-Suryan-Keldan, Ermen, Ereb û yên din, pêk ve organîze bûn li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke xurt nîşan dan.

Di daxuyaniya KNK’ê de wiha hate gotin:

"DAIŞ'ê, wekî hêzeke reş û tarî ji Iraqê heta başûrê Kurdistanê, ji wê derê heta navenda Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê, di navçeyeke fireh da teroreke bê tixûb da dest pê kirin. Di navçeyên Erebnişîn da, Ji Enbara Iraqê heta Reqqaya Sûriyeyê, sîstemekî hind zalim û qatilane ava kir ku Cihan ti caran kiryarên wan ji bîr nake. DAIŞ'ê bi navê Dewleta Islamê, sîstema xwe ya terora reş, zalim û faşîst ava kir. Ji gelek aliyan ve esasê hebûna wan zêdetir li ser birandina Kurdan bû. Wan Kurd ji bo xwe tehlîkeya herî mezin qebûl kirin û Kurd kirine nîveka hedefa xwe.

Ev pratîka wan di êrîşa wan a 2014'ê ya li ser Mûsil, Şingal, Mexmûr û Kobanî de bi vekirî hate dîtin. Herwisa li navçeyên Dêrezor-Reqqayê heta Minbiçê jî, sîstema xwe ya xwûnavî bi cih kirin û jiyan li xelkê vê navçeya fireh heram kirin.

Li dijî vê hovîtiya DAIŞ'ê ji başûrê Kurdistanê heta rojavayê Kurdistanê tifaqeke neteweyî û niştimanî jî pêk hat. Li seranserê Kurdistanê û meydana dîasporaya Kurdî jî, pêla piştevaniyê bilind bû. Ji hêzên gerîlla heta pêşmergeyan, di xeta parastina Kurdistanê de eniyeke berxwedanê pêk hat. Bi taybetî di parastina Şingal, Mexmûr, Kerkuk û Kobaniyê da, hêzên Kurdistanê mil bi milê hev têkoşîneke hevrayî nîşandan.

Kobanî, ji xwe bû sembola şerê parastina Kurdistanê dijî DAIŞ'ê. Dinyayê jî di vî warî de piştevaniyeke mezin da berxwedana Kobaniyê û hemû Kurdistanê.

Dewleta Tirk, bi awayeke sîstematîk DAIŞ û hêzên din yên tarî destek kirin û berdan pêsîra Kurdan. Dema ku ew hêz têk çûn, bi xwe raste rast kete êrşê û gelek deverên Rojava dagir kir. Niha jî êrîş û gefên xwe yên li Rojava di domîne.

Ji serê 2015'an, bi rizkarkirina Kobaniyê pê ve pişta DAIŞ'ê hate şikênandin. Bi serketina Kobaniyê ve, hemû hêzên dijî DAIŞ'ê, di serî da YPG-YPJ, HPG û Pêşmerge, her weha desteka aktîv ya koalisyona navneteweyî, pêkve serkevtina mezin dane dest pê kirin. Cihê şanaziyêye ku ji seranserê Cihanê gelek kesên azadîxwaz û demokrat, di vîşerî de weke şervanên enternasyonal chê xwe girtin û hinek ji wan jî şehîd ketin.

Bi rizgarkirina Şingal, Minbîç, Mûsil û paşê jî bi standina Reqqayê (paytexta xîlfetê) dawiya DAIŞ'ê hate anîn.

Lê belê, nuqteya dawiyê di van rojan da bi hemleya Hêzên Sûriyeya Demokratîk- QSD li Baxoza Dêrezorê hate danîn. Bi vê operasyona nû ve, ku navê Hemleya Bahoza Cizîrê lê hate kirin, DAIŞ bi pêşengiya YPG-YPJ û berxwedana hemû Hêzên Sûriyeya Demokratîk û her wisa piştevaniya koalisyona navneteweyî, bi temamî ji nav Sûriyeyê hate ramalîn û derêxistin. Anku bahoza Hêzên Sûriyeya Demokratîk toz ji DAIŞ'ê rakir û Baxoza di destê wan da jî, ji destê wan hate rizgar kirin û dawî li vê efsaneya qelp ya DAIŞ'ê hate anîn. Niha DAIŞ, weke hêzeke leşekerî şkestiye û çi dever dibin destê wan de nemane.

Di vî şerî de weke gel, me gelek bedelên mezin dan. Ji seranserê Kurdistanê, ji pêkhateyên Rojava û bakurê Suriyê, piranî ciwan hezaran kesên me jiyana xwe ji dest dan û şehîd ketin. Ev serketin bi ked û fedakariya wan şehîdan pêk hatiye. Bi vê munasebetê di şexsiyeta van şehîdan de, em hemî şehîdên azadiyê, bi rêz û hûrmet bîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin.

Serketina Kurdan û hevpeymanan ya beramberî DAIŞ'ê, di dîroka têkoşîna dijî terorê û nijadperestiyê de bûyereke mezin û dîrokî ye.

KNK di serî de xelkê Kurd û pêkve Kurdistaniyan ku fedakariya herî mezin nîşandan, hemû hêzên parastinê, YPG, YPJ, HPG, YBŞ, Pêşmerge û hêza leşkerî ya koalisyona navneteweyî pîroz dike, ku navçe û Dinya qet nebe di şertên îro de ji vê belaya reş ya DAIŞ'ê xilas kirin.

KNK bi munasebeta têkbirina DAIŞ'ê û vê serketina mezin û giring, dixwaze bala pêkve eniya dijî DAIŞ'ê bikişîne ku di prosesa nû ya piştî şkênandina DAIŞ'ê de, baldariya xwe sist nekin û di navçeyê de dijî hemû hewildanên ku careke din rê li ber van tehlîkeyan xweş bike, bi hevrayî rawestin û firsetê nedin van aliyên reş û tarî û destekdarên wan.

Di şerê dijê DAIŞ û hevkarên wê de, me bedelên mezin dan û em bi serketin. Ev serketineke gelek mezine. Bi vê munasebetê em bang li gelên Kurdistanê û hemî dostan dikin ku vê serketinê, bi dilekî germ û bi coş pîroz bikin."