Girtiyên PKK û PAJK'ê têkildarî tecrîdê deklarasyonek da

Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de deklarasyonek da. Girtiyan got heta ku daxwazên wan bi cih neyên, dê çalakiya xwe ya greve bidomînin û dê dernekevin dadgehan.

Girtiyên PKK û PAJK'ê têkildarî tecrîdê deklarasyonek da
22 adar, 2019   09:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê yên di zindanên dewleta Tirk de, Denîz Kaya deklarasyonek da. Di deklarasyonê de  daxwzên girtiyan li ser 7 xalan hatin eşkerekirin û hate gotin ku heta ev daxwaz pêk neyên dê çalakiya xwe bidomînin û her wiha dê dernekevin dadgehan.

Deklarasyona girtiyan wiha ye:

“Newroza ku bûye serfiraziya gelên ku li dijî zilma zaliman li ber xwe didin, bi rengê serhildanê, serkeftinê û berxwedanê mizgîniya hatina biharê dide gelan, mîna lehiyeke coşiyê vedibêje ku berxwedanê bi ser dixe. Gurzê Kawa yê ku bi ser mêjiyê dîktatore zalim de daweşiyaye, ji jiyaneke wekhev û azad re ya gelê ku bûye Newroz, bûye nav ku li dijî zextê, talanê, zilmê gotiye êdî bes e û li ber xwe daye. Pîrozkirina Newrozê ya mîna lehiyeke coşê, peyameke pir zelal daye rejîmên dîktatoriya faşîst a qirker û gotiye me tu caran dev ji berxwedanê bernedaye. Ji ber ku gelê ku bûye Newroz, di dorpêça qirkirinê de derketiye holê û bi berxwedanê nasnameya xwe dîtiye.

Niha ku em di erefata Newrozê de ne, em gel û tevger bi coşî, bi xwedîderketina li Newrozê hêvî û serfiraziyê bi berxwedana gelê ku bûye Newroz, pîroz dikin. Gotina Rêbertiya me ya “PKK partiya Newrozê ye” wate û girîngiya  PKK'ê ya ji bo gelan datîne holê. Partiya me PKK ku di dorpêça faşîzmê de derketiye holê, zora hişmendiya zor a zorê biriye û civakîbûna xwe parastiye. Ji bo vê jî, ji Mazlûm Dogan heta bi Zekiya, Ronahî û Bêrîvanan ku li zindanên faşîzmê bi dirûşma “Teslîmbûn mirov dibe îxanetê, berxwedan dibe serfiraziyê” nemir bûne, em şehîdên xwe yên Newrozê bi hurmet û minet bi bîr tînin û di şexsê wan de, Newroza Rêbertiya me, ya şehîdên me yên leheng, a gelê xwe û hevrêyên xwe yên gerîla pîroz dikin. Newroz li hêlekê mizgîniya biharê ye û li hêla din, dibe ew roja ku ji bo rejîmên faşîst û qirker tirsê ava dike.

Bûyera berxwedanê ku bûye naveroka hemû xweşikiyên berz ên ku têkoşîna me ya azadiyê derxistî holê, di her cihê girîng ê jiyana demokratîk û azad û gelan geriyaye. Ji bo vê jî, felsefeya geşedana diyalektîf a dîroka me ya berxwedanê, qebûl nake ku em serê xwe ji faşîzmê re bitewînin, bi xwedayineke mezin e, bêrîkirina li jiyana demokratîk û azad a gelan, her demê, li her cihî bi berxwedanê pêk aniye û ji vê qut nebûye.

Em dadgehên AKP-MHP'ê boykot dikin

Em girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên ku li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê têne girtin, ji bo ku rejîma faşîst di serî de tecrîda li ser Rêbertiya me rake, bibe xwedî şertên jiyan û xebata azad, em ê berxwedana xwe bi biryardarî bidomînin. Di qonaxa berdest de, hikumeta AKP-MHP'ê bi gavên ku yasayên xwe binpê dikin û li tu normên hiqûqî nayên, tu meşrûiyeta wê nemaye ku li ser Rêbertiya me tecrîdê deynin. Hişmendiya hiqûqê û dadmendiyê ya Komara Tirkiyê, di şexsê desthilata AKP-MHP'ê de hejiyaye û tu aliyê wê yê serbixwe nemeya. Ji ber vê sedemê, em ên ku di nav berxwedaneke wiha de ne, em dixwazin diyar bikin ku em dadgehên AKP-MHP'ê boykot dikin û dernayên dadgehan. Tê zanîn ku di pêvojaya çalakiyê de tu fikara me ya dadgehê tüne ye, em derkevin derve jî em ê çalakiya xwe bidomînin. Bi vê çarçoveyê de, divê were zanîn em ê derneyên ber dadgehê, heke zorê bi kar bînin û me bibin jî em ê parastinê nedin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe ya greva birçîbûnê bidomînin. Debdebeya berxwedana me ji dîwarên zindan û dadgehan derbas bûye, li dijî vê bêdadiyê bi berxwedanê me daxwaza xwe ya rewa û helwesta xwe nîşan daye.

Di rewşa berdest de tekane rêya ku Tirkiyê ji kaosê û krîzê derxe, çareseriya pirsa Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê ye. Rêya vê jî ew e ku rêber Apo muxatab were dîtin û bi wateyeke rastîn pêvajoyeke çareseriyê were destpêkirin. Ji bo vê jî divê rewşa tendiristiyê ya rêber Apo baş be, divê xwedî şertê tenduristiyê, xebata azad be. Bi vê çarçoveyê bi rengekî zelal derketiye holê ku derxistina ji Îmraliyê û hepsa di malê de jî di nav de, divê di şertên guncaw de hevdîtin werin kirin.

Tecrîda li ser Rêbertiya me, nîşan dide ku konsepta giştî ya îmha û qirkirinê sazkar e. Tekana rêya şikandina vê konseptê rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me ye. Ji bo vê jî, em girtiyên PKK'ê û PAJK'ê em greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi biryardarî didomînin. Bi encamî; xalên ku li jêrê têkildarî tecrîdê em ê deklara bikin, divê demildest werin bicihanîn û werin domdarkirin.

Daxwazên girtiyan

Li gorî vê;

1- Bi çarçoveya yasayên berdest mafekî rewa ye ku Rêbertiya me malbata xwe û wasîsê xwe bi rengekî perîyodîk bibîne û divê ev neyê astengkirin.

2- Divê Rêbertiya me bi rengekî periyodîk parêzerên xwe bibîne û ev qut nebe.

3- Divê Rêbertiya me bi çarçoveya yasayên berdest bikare bi malbata xwe re bi telefonê biaxive, bikare name, faks û hwd bişîne her deverê yan jî ev neyê astengkirin û ev mafê sereke neyê birîn.

4- Divê mafê radyo û TV'yê yê Rêbertiya me bi mîsogerî neyê astengkirin û rojane, hemû rojname, kovar, pirtûk û hwd yên ku dixwaze, werin bicihanîn.

5- Divê Rêbertiya me bi perîyodîk bikare hevalên xwe bibîne û ev mafê yasayî neyê astengkirin.

6- Ji bo ku şertên jiyana tendurist a Rêbertiya me were çêkirin, ji hêla şandeyên serbixwe ve şertên tedawiyê werin bicihanîn.

7- Ji bo ku di çareseriya bi demokratîk û aştiyane de ya li ser pirsa Kurd û di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de Rêbertiya me bi risteke çalak rabe, divê astengî werin rakirin, şertên jiyana azad û xebata azad were bicihanîn.

Di normên hiqûqa gerdûnî de cihê van hemû daxwazan heye û li ber pêkhatina wê tu astengî tune ne. Lê ku hikumeta berdest di vê mijarê de ji rewşa astengbûnê derkeve, li ber destê çavdêran gavan biavêje ku van xalên ku me li jor destnîşan kirine, bi cih bîne û domdariya vê pêk bîne. Em ê jî li ber destê navbeynkaran û çavdêran di raya giştî de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi cih bînin. Berevajî heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me bidome, berxwedana me dê bidome. Di rewşeke wiha de ku hevalên me şehîd bibin, ji rewşê hikumeta AKP-MHP'ê dê berpirs be. Divê hemû gelê me û raya giştî vê wiha bizane.”