Di bûyera Musilê de zêdeyî 100 kes mirin

Duh li Musilê ser çemê Dicle keştiyek a geştiyaran noqê avê bû. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdeyî 100 kesî ne.

Di bûyera Musilê de zêdeyî 100 kes mirin
22 adar, 2019   09:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di çemê Dicle de ku di Musilê re derbas dibe, keştiyekî geştiyaran noqê avê bû. Li gorî daxuyaniya navenda Tiba Edlî ya Nînewayê ku praniya kesên mirine jin û zarokin û hejmara kesên ku mirine zêdeyî 100 kesî ye. Ji wan 19 zarok û 61 jî jinin. Her wiha 80 kes jî bi saxî ji xeniqînê rizgar bûn.

Piştî bûyerê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çû Musilê û ji nêz ve bûyerê şopand. Adil Ebdulmehdî li ser bûyerê fermana lêkolînê da dest pêkirin.

Hewiha serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li Iraqê 3 roj şîn îlan kir. Ji bilî wê duh Wezareta Dadê ya Iraqê ferman girtina 6 karmendên kompanyaya geştiyarê derxist. Herwiha derketina xwediyê kompanya û xwediyê cihê geştiyarê a dervey welat jî hate qedexe kirin.