Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Nûjiyan Erhan bi bîr anî

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, rojnameger Nûjiyan Erhan bi daxuyaniyekê bi bîr anî. 

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
22 adar, 2019   09:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, şehîda çapemeniya azad Nûjiyan Erhan ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate şehîdxistin, bi bîr anî. Platformê ji bo bîranîna Nûjiyan Erhan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) berî 2 salan li bajarokê Xanesorê yê Şengalê dema ku nûçe dişopand bû hedefa hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hate qetilkirin.

Nûjiyan mîna Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Denîz Firat û gelek ji wan bûn bingehek ji çapemeniya jinan a Kurd re. Nûjiyan gelek xebatkarên çapemeniya jinan ku perwerde kir, li Şengalê hişt ku çîrokên jinan û lêgerîna heqîqetê temam bikin."

"Bi navê xebatkarên jin ên çapemeniya azad, em ê xwedî li mîrateya Nûjiyanê derkevin, wêrekî, biryardarî û îradeya wê ya têkoşînê ji jinên siberojê re ragihînin û her çîroka nîvco temam bikin."