Reed Şêxmûs… serpêhatiya şehîdê destpêka şoreşê

Reed lawê Qamişlo, ji rojên destpêkê yên şoreşê ve tev li karwanê şehîdan bû û bû stêrk û welatê xwe bi xwîna xwe ronî kir.

Reed Şêxmûs… serpêhatiya şehîdê destpêka şoreşê
Reed Şêxmûs… serpêhatiya şehîdê destpêka şoreşê
Reed Şêxmûs… serpêhatiya şehîdê destpêka şoreşê
Reed Şêxmûs… serpêhatiya şehîdê destpêka şoreşê
Reed Şêxmûs… serpêhatiya şehîdê destpêka şoreşê
Reed Şêxmûs… serpêhatiya şehîdê destpêka şoreşê
Reed Şêxmûs… serpêhatiya şehîdê destpêka şoreşê
Reed Şêxmûs… serpêhatiya şehîdê destpêka şoreşê
Reed Şêxmûs… serpêhatiya şehîdê destpêka şoreşê
Reed Şêxmûs… serpêhatiya şehîdê destpêka şoreşê
Reed Şêxmûs… serpêhatiya şehîdê destpêka şoreşê
22 adar, 2019   05:35

ŞÎNDA EKREM / NAVENDA NÛÇEYAN

Em îro careke din vegerin rojên destpêkê yên şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Îro em ê behsa jiyana şehîd Reed bikin ku di rojên destpêkê yên şoreşê de tev li xebata şoreşê bû û bê dudilî heta şehadetê şer kir. Reed beşdarî rizgarkirina bajarê Qamişlo bû û di şerê rizgarkirinê de anku piştî destpêkirina şoreşê bi du rojan li Rojava, şehîd bû.

Der barê jiyana têkoşer Reed de

Reed Şêxmûs li gundê Elîfero yê girêdayî kantona Qamişlo 21`ê Tîrmeha 1975`an hate dinyayê. Ji ber rewşa wan a xizantî sala ku Reed hatiye dinyayê, malbata Reed berê xwe dide bajarê Qamişlo. Bavê Reed, Mecîd Şêxmûs dest bi cotkariyê dike da ku malbata xwe xwedî bike.

Reed li Dibistana Lîwa ya bajarê Qamişlo xwendina xwe dike. Lê ji ber rewşa malbatî, di xwendina xwe ya navîn de dev ji xwendina xwe berdide. Di temenê xwe yê biçûk de, Reed dest bi karê hemaltiyê dike da ku ji malbata xwe re bibe alîkar.

Reed ku di nava civakê de bi exlaq û dilovaniya xwe dihat naskirin, tevî reşwa wan a madî ku pir xerab bû, lê alîkariya kesên feqîr jî dikir.

Bi demê re, Reed tevî hevalên xwe erebeyeke biçûk dikirin û bi wê tiştan dibin derve  û hundirê bajar. Wê demê karê wan rastî astengiyên rejîma Baas tê. Reed her hewl dida ku pêwîstiyên birayên xwe bi cih bîne û nedihişt ku birayên xwe di karê giran de bixebitin.

Têkoşer Reed girêdaneke xwe ya kûr bi çand û kevneşopiya kurdî re hebû. Reed dema dibe 21 salî anku sala 1991`an, bi Medya Şêxmûs re dizewice û paşê 4 zarokên wan çêdibin.

Reed di ciwantiya xwe de, ji nêçîra masiyan hez dikir. Hevrêyê têkoşer Reed Tah Xelîl ku dema nêçîra masiyan diki,r ew nas dikir, wiha behsê dike: “Em li nêzî çem rûdiniştin. Piştî çend rojan me hev nas kir. Ew bi exlaqê xw dihat naskirin. Dema behsa gelê Kurd dikir, xîtabeke xwe ya bibandor hebû, vê yekê jî bala min dikişand.”

Pêvajoya şoreşê

Malbata şehîd Reed, dûrî jiyana siyasî û tevgera siyasetên kurdî bû. Ji ber rewşa wan a madî, ew bi xwedîkirina malê re mijûl dibûn, lewre ew dûrî jiyana siyasî bûn.  Lê di destpêka şoreşê de Reed wiha got: “Em ê bi yekdestî li hemberî dijminê ku mafê me ji me standiye, bisekinin.”

Reed û çend endamên tevgera rizgariya Kurdistanê bi hev re dest bi xebatên birêxistinkirina çalakiyan dikir û serdana malbatan dikir da ku ciwanan teşwiqî tevlêbûna nava YPG`ê bikin ku 2011`an hatibû avakirin.

Sarî Hisên hevalê şehîd Reed, der barê şehîd Reed de ev tişt got: “Reed roleke wî ya mezin a tevlêkirina ciwanan nava YPG`ê hebû. Deriyê mala xwe vekir, ji bo perwerdekirina ciwanan da ku herêma xwe ji rejîma Baas û komên bi nave Ceyeş El-Hur biparêzin.”

Dema şoreşa Rojava di 19`ê Tîrmeha 2012`an de li bajarê Kobanê dest pê kir, ciwanên Cizîrê jî dest bi rizgarkirina herêmên xwe ji rejîma Baasê kir. Reed jî yek ji wan ciwanan e ku bajarê Qamişlo rizgar kir.

Roja ku dihate plankirin bajarê Qamişlo were rizgarkirin, Reed bi erebeya xwe ya biçûk şervan dibirin cihê şer. Lê sekvanekî rejîma Baas di roja 21`ê Tîrmeha 2012`an de anku piştî şoreşê bi du rojan Reed kir hedef û ew şehîd xist. Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja jidayikbûna Reed jî 21`ê Tîrmeha 1975`an bû.

Hevjina şehîd Reed, Medya Şêxmûs der barê şehadeta Reed de ev tişt got: “Beriya ku Reed biçe erka xwe ya dawîn, hat û xatir ji me û zarokên xwe xwest û sembola serkeftinê hilda û çû.”

Reed ji yekemîn şehîdên şoreşê bû ku bi xwîna xwe xaka welat parast.

ANHA