‘Divê civaka navdewletî ji bo darizandina DAIŞ`iyan alîkariya  rêveberiya me bike’

Malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî bang li civaka navdewletî kirin ku ji bo avakirina dadgehên darizandina çeteyên DAIŞ`ê alîkariyê bidin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

‘Divê civaka navdewletî ji bo darizandina DAIŞ`iyan alîkariya  rêveberiya me bike’
22 adar, 2019   06:26

 GULISTAN MIHEMED-EHMED EL-KMYAN/GIRÊ SPÎ

Malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî bang li civaka navdewletî kirin ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî, desteka pêwîst pêşkêşî rêveberiyê bike da ku dadgehan ava bikin.

Hesen Mihemed birayê şehîd Dilovan Mihemed got: “Pêwîste dadgehekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çavdêriya hêzên navnetewî bê avakirin.”

Birayê Hesen Mihemed, şehîd Dilovan Mihemed di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de ji DAIŞ`ê şehîd bûye. Hesen Mihemed destnîşan kir ku ji bok eda şehîdan vala neçe, divê ew çete cezayên xwe yên adil bigirin.

Mihemed gotinên xwe wiha domand: "Eger dewletên Ewropayê hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î û li gel QSD`ê werbigrin, wê ceazyên adil negirin. Wê tenê salekê yan jî du salan di girtîgehan de bimînin û piştre serbest werin berdan.”

QSD`ê di şerên li dijî DAIŞ`ê bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê girtin û ti dewlet niyeta wergirtina hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î an jî alîkariya Rêveberiya Xweser di avakirina dadgehan de nake.

Henîfe Xidir bavê şehîd Selah Xidir ê ku li kantona Girê Spî şehîd bûye girêdayî doza girtiyên DAIŞ`ê wiha got: "Tirkiyê DAIŞ ava kir û karê wê li herêmê hêsan kir. Erdogan bavê DAIŞ`ê ye, ji ber wê destpêkê divê Tirkiyê were darizandin.”

El-Xidir destnîşan kir ku eger dewletên Ewropayê çeteyan werbigirin û wan darizînin, wê tenê bi salekê yan jî bi du salan ceza bikin û piştre carekê din derbasî herêmê bikin. El-Xidir diyar kir ku gelên herêmê ji bo tunekirina terorê gele şehîd dane, ji ber wê dixwaze wan çeteyan li ser axa ku bi keda şehîdan hatiye rizgarkirin darizinînin.

Di dawiyê de bavê şehîd Selah El-Xidir bang li NY`î û rêxistinên mafên mirovan kir ku desteka pêwîst bidin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo dadgehên taybet ji bo darizandina çeteyan werin avakirin.

`Tirkiye hewl dide çeteyên DAIŞ`ê dîsa bi kar bîne’

Meyeda El-Numan xwişka şehîd Mihemed El-Numan ê ku di şerê rizgarkirina bendava Tişrînê di sala 2016`an de şehîd bûye, girêdayî daxuyaniyên Tirkiyê ji bo wergirtina çeteyên DAIŞ`ê û darizandina wan wiha got: “Tirkiye bi rêya wergirtina çeteyan hewl dide careke din wan perwerde bike û li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bîne da ku bi wê hincetê herêmê dagir bike.”

Meyada di dawiyê de tekez kir ku divê dadgehek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi çavdêriya navneteweyî were avakirin da ku çeteyên DAIŞ`ê cezayên xwe yên heqdikin bigirin û hêviyên şehîdan pêk werin.

(şx)

ANHA