Îsraîl êrîşî çalakgeran kir: 7 kes birîndar bûn

Hêzên Îsraîlê Ii başûrê Xezayê êrîşî çalakiyên welatiyên Filistînê kirin û 7 kes birîndar kirin.

Îsraîl êrîşî çalakgeran kir: 7 kes birîndar bûn
21 adar, 2019   21:28

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku 7 welatiyên Filistînê ji ber topbarana balafireke bê mirov a Îsraîlê li dijî xwepêşandana ku vê êvarê hatibû lidarxistin, birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand ku rewşa birîndaran navîn e.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên wan kombûnek ku nepoxên şewatê ber bi deverên Îsraîlê diavêtin kir hedef.

ANHA