Şêniyên Qamişlo: ‘Bijî QSD’

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo serkeftinên QSD’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê û pîrozkirina têkçûna DAIŞ’ê  daketin qadan û yek dengî gotin ‘Bijî Şervanên QSD’ê’.

Şêniyên Qamişlo: ‘Bijî QSD’
21 adar, 2019   20:05

QAMIŞLO

Piştî daxwûyaniya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku di derbarê serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û têkçûna DAIŞ’ê,  şêniyên bajarê Qamişlo daketin qadan û serkeftinên QSD pîroz kirin. Şêniyên bajarê Qamişlo li taxa Xerbî kom bûn û govend gerandin. Şervanên QSD jî beşdarî  şahî ye bûn. Şêniyan bi yek dengî sloganên ‘Bijî Berxwedana QSD’ê ’, ‘Bijî Şervanên QSD’ê ’ beriz kirin. Paşê jî di nava kolanên Qamişloyê de bi erebeyan geriyan.

ANHA